Kolanên Efrînê ji aliyê HPC'ê ve tên parastin

Endamên HPC'ê yên ji çand û rengên cuda ku kolanên Efrînê diparêzin gotin, "Em ê axa xwe biparêzin. Em ê rê nedin dewleta Tirk."

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ên bi pêşengiya YPG û YPJ'ê, li dijî êrîşên dagirkeriyê li refên herî pêş bi erka xwe radibin. Endamên Hêzên Parastina Civakî (HPC) jî hem kolan û kuçeyên xwe diparêzin, hem jî destekê didin eniya berxwedanê.

Efrînî ev 21 roj in bi welatparêzî û sekna xwe ya dijî dagirkeriyê re manîfestoya berxwedanê dinivîsînin. Ya ku vî gelî dike gelekî berxwedêr, rastiya wê ya ciavka demokratîk û rêxistinbûyî ye. Li gel YPG, YPJ û Asayîşê ku bi erka parastina şoreşê radibin, sala 2015'an ji bo parastina gund û kolanan Hêzên Parastian Civakî (HPC) ava bû. Ji hingî ve gelê Efrînê ref bi ref tevlî HPC'ê bû. Piştî ku dewleta Tirk dest bi êrîşên dagirkerî û qirkirinê kir, tevlîbûna li nava refên HPC'ê zêdetir bû. Li Efrînê dema ku mirov bi şev derdikevin derve, dibînin ku endamên HPC'ê yên ji etnîk û olên cuda bi çekên xwe nobedê digirin.

TEVÎ DU KURÊN XWE NOBEDÊ DIGIRE

Yek ji van jî Mûhammed Emîn Henan e ku tevî du kurên xwe li kolanên Efrînê nobedar e. Mûhammed Emîn bi biryardarî qala wezîfeya xwe dike: "Em ji Efrînê ne û Efrîna xwe diparêzin. Tevî kurên xwe yên bi navê Şiyar û Alan em heta destê sibehê nobedê digirin. Bila dîktatorê Tirk Erdogan nede pey xewn û xeyalan. Bi zarên we em ê xwe ji bo vê axê feda bikin. Em ê bimirin, lê em ê ji Efrînê dernekevin."

AXA ME ŞEREFA ME YE

Kurê Mûhammed Emîn Alan jî got, "Ji bo parastina gelê xwe em nobedê digirin." Şiyar jî got, "Axa me şerefa me ye, rûmeta me ye. Erdogan wê ti carî nikaribe bikeve nava axa me. Ji ber ku em ê axa xwe biparêzin."

EM ENÇAR IN KU WELATÊ XWE BIPARÊZIN

Endamekî din ê HPC'ê ku di nobedê de em lê rast tên, Rasim Cîmo ye ku Kurdekî Êzidî yê ji Efrînê ye. Wiha dibêje: "Em li vê derê ji saet 6'ê êvarê heta 6'ê sibe ji bo xwe û gelê xwe nobedê digirin. Em li ser axa xwe ne, em bi gelê xwe re ne, em bi YPG û YPJ ên xwe re ne."

Mûhammed Ahmed ê ji pêkhateya Ereb jî ku nobedar e wiha dibêje: "Li Efrînê Kurd, Ereb, Êzidî û her kesên din yek e. Em hemû neçar in welatê xwe biparêzin û em ê rê nedin Erdogan."