Dewleta Tirk ji Kampa Atmê êrîşî Cindirêsê dike

Dewleta Tirk a dagirker ji Kampa Atmê bi çekên giran êrîşî Cindirêsê û gundên wê dike.

Hewldana dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên DAÎŞ û El Nûsra yên yên pê ve girêdayî didomin û Berxwedana Serdemê ya li hember hewldana dagirkeriyê kete roja 21’ê.

Dewleta Tirk ji doh bi şev ve navenda Efrînê, navçeyên wê Şera, Şerawa, Cindirêsê, Şiyê û Bilbilê bi balafirên şer dide ber bombeyan. Di vê kêliyê de jî ji Kampa Atmê ya li sînorê Îdlîbê bi çekên giran Cindirêsê û gundên girêdayî wê bomberdûman dike.

Kampa Atmê ya li ber sînorê Tirkiyê ye û dikeve bakûrê Îdlîbê û başurê Cindirêsê, ji sala 2013’an ve di bin kontrola çeteyên El Nûsra (Heyet Tehrîr El Şam) de ye.

Êrîşên bi çekên giran ên ji Kampa Atmê didomin. Ji aliyê din ve ji du qereqolên li sînorê Hatayê jî artêşa Tirk topan davêje Cindirêsê û gundên wê.