Berxwedana Serdemê ya li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên El Qaîde yên girêdayî wê ya li ser Efrînê di roja xwe ya 21’an de dewam dike. Rêveberiya Kantona Efînê li dijî êrîşan daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyaniya bi zimanê Ereb ku li pêş avahiya kantonê hate dayîn ji aliyê Hevseroka Meclîsa Rêveber a Kontona Efrînê Hêvî Mistefa ve hate xwendin.
Mistefa got ku êrîşên dewleta Tirk û konên çete yên mîna DAIŞ’ û El Qaîde yên li ser Efrînê ji bo yekîtiya gelên Sûriyeyê pêk neyê ne û wiha anî ziman: “Yek ji bajarê ku di şerê Sûriyeyê de nehatî hilweşandin û gelek pêkhate koç kirîn û bi ewle lê dijîn Efrîn e, dixwazin Efrînê hilweşînin û welatiyan koçber bikin. Bi van êrîşan re koçberên ku ji ber şer revîn û li Efrînê xwe star kirîn dikin hedef e. Parçeyek xaka Sûriye tê hedefkirin. Bi awayekî dij hiqûqî tê tevgerkirin û sivîl tên hedefkirin.”
Mistefa bibîr xist ku bi awayekî vekirî hiqûqa navneteweyî tê binpêkirin û diyar kir ku divê hikûmeta Sûriye sînorê xwe û qada hewayî ya welatê xwe biparêze û pêşiya vê bigire. Mistefa wiha got: “Divê Neteweyên Yekbûyî ji bo êrîşên ku sivîl, koçber û welatiyên Sûriye û dîroka Sûriye dike hedef bikeve nava tevgerê. NY’ê li dijî dagirkirin û qetilkirina sivîlan berpirs e. Rêxistinên mafê mirovan berpirs e. Em vê erk û berpirsyariyên wan li bîra wan tînin û li bendê ne bikevin nava tevgerê.”
Di dewama daxuyaniyê de têkildarî qetilkirina sivîlan jî Hevseroka Konseya Tenduristiyê ya Kantona Efrînê jî ev tişt got: “Di encama êrîşên dewleta Tirk û komên çeteyên girêdayî wê de heta niha 150 sivîl jiyana xwe ji dest dane û 399 sivîl jî birîndar bûne.
Di kêliyên daxuyanî dihatin dayîn de jî balafirên artêşa Tirk a dagirker, navçeyên Efrîn û derdorî wê bê navber topbaran dikir.