Dewleta Tirk tevî artêşa xwe ya 'millî' ku ji nava çeteyên DAÎŞ'ê û El Nûsra da hev, ev 20 roj in ji bo dagirkirina Efrînê êrîş dike, lê li bin guhê Berxwedana Serdemê dikeve. Artêşa Tirk û çeteyên wê ku dikin nakin nikarin xwe li ber berxwedana şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bigirin, bombeyan li gundên li ser sînor dibarînin û li van gundan dizî û talanê dikin.
Komên çete yên Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ku navê "artêşa millî" lê kiriye, beriya niha li gundên Kurdan ên li ser sînor diziya mirîş û elokan kiribûn û dîmenê vê diziyê deng vedabû. Ev leşker û çeteyên Tirk vê carê li gundên li ser sînor talanê dikin.
'ÊRÎŞÎ MALÊN ME KIRIN'
Jina bi navê Hîkmet Necîb a ji gundê Edema yê navçeya Raco ya Efrînê ku ji ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê ji neçarî mala xwe terikand, anî ziman ku ji ber êrîşa li ser gundê wan ew neçar man e koç bikin. Hîkmet Necîb qala bûyerên ku bi serê wan ve hat kir: "Em li gundê xwe yê li ser sînor bûn. Lê rojekê bi dengê topan em ji xew şiyar bûn. Topek li ber deriyê mala me ket. Keçeke biçûk a cîraneke me li wir birîndar bû. Em ketin jêrzemîna xanî û du rojan em lê man. Me dît ku naqede, me her tiştên xwe li dû xwe hişt û em ji neçarî hatin."
'XWEDÊ JI WAN KAFIRAN RE NEHÊLE'
Hîkmet Necîb got, çeteyan heywanên wan û her tiştên wan talan kirine û wiha dewam kir: "Me nekarî tiştekî xwe bi xwe re bînin. Traktora me, 120 mihên me, zeyta me, her tiştên me li wir man. Xwedê ji wan kafiran re nehêle. Em neçar man her tiştên xwe bihêlin û bên. Me tenê xwe rizgar kir. Ez ketim jêrzemînê û min got ku ez ê dernekevim. Lê ez derxistin. Me nekarî tiştekî xwe bînin. Ne tenê ez, hemû gundiyan her tiştên xwe li dû xwe hişt û neçar man ji gund derkevin."
'ARTÊŞA MILLÎ' YA ERDOGAN MALA WAN TALAN KIR
Hîkmet Necîb ragihand ku dewleta Tirk û çeteyên wê yên talanker, mala wan talan kirine û got, "Ez li ber wan heywanan dikevim. Li ber dikevim ku me ew li nava lepên wan zaliman hişt. Her tiştên me talan kirin. hatin talanê, nehatine şer. Em 8 ferd in. Me debara xwe bi wan heywanan û zeytê dikir. Wellehî û billehî li wan heram e. Em niha 4-5 malbat li maleke biçûk dijîn. Ey zalim, te çi xwest ji mafê van zarokan. Înşaleh ji te re namîne."