Balafirên şer ên Tirk li ser Efrînê digerin
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker tevî balafirên keşfê li ser Efrînê digerin.
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker tevî balafirên keşfê li ser Efrînê digerin.
Artêşa Tirk a dagirker, ji 20'ê Çileyê ve ji hewayî û bejahî ve êrîşî navend û navçeyên Efrînê dike. Balafirên şer ên Tirk tevî balafirên keşfê vê gavê li ser Efrînê digerin.
Artêşa Tirk a dagirker duh bi şev bi balafirên şer êrîşî navenda bajarê Efrînê kir.
Balafirên şer ên Tirk bombe li taxên Mahmûdiye û Eşrefiye yên Efrînê barandin. Ji ber bomberdûmanê Emîne Şahîn a 50 salî şehîd bû.