YPG: Di êrîşên artêşa Tirk a dagirker de gelek sivîl birîndar bûn
YPG’ê têkildarî êrîşên hewayî yên artêşa Tirk ku ji şevê din ve didome daxuyanî da û diyarkir ku gelek sivîl birîndar bûne.
YPG’ê têkildarî êrîşên hewayî yên artêşa Tirk ku ji şevê din ve didome daxuyanî da û diyarkir ku gelek sivîl birîndar bûne.
Fermandariya YPG’ê ya Efrînê têkildarî şer û êrîşên hewayî yên ji şevê din ve didomin bîlanço weşand.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Fermandairya YPG’ê ya Efrînê ve hatî dayîn, ev tişt hate gotin;
“Şevê din, artêşa Tirk a dagirker cihên sivîlan kir hedef û bi balafirên şer bombe li herêmên sivîlan barandin. Êrîşa hewayî seat 22:00’an destepê kir û heta seatên sibê domkir.
ŞERA
Balafirên şer di seat 22:00’an de bombe li gundên Bafûnê, Erebwêran, Sînka yên Êzidî barandin û bombebaran seatê domkir.
BILBILÊ
Balafirên şer di derdora seat 23:30’an de bombe li Girê Kevirê Ker barandin. Di seat 01:00’an de jî gundên Şerqiya, Qestelê Xidirya, Qestelê Miqdêd û Kela dan ber bombeyan.
CINDIRÊS
Di seat 23:00’an de gundê Kefer Şele hate bombekirin. Di encama bombebaranê de dayika bi navê Emîne Cormiş (35) û 2 zarokên wê Mehûd û Mûstefa birîndar bûn. Dimênên li jêr belgeya êrîşane.
Balafirên şer ên artêşa Tirk di seat 23:00’an de gundê Miske bombebaran kir û sivîl di vê êrîşê de birîndar bûn. Di heman demê de derdora seat 23:00’an de gundê Axcele û girê Dok dan ber bombeyan. Di encama bombebaranê de sivîl birîndar bûn.
ŞIYÊ
Îro derdora seat 10:00’an de balafirên şer bombe li gundên Çekla û Hec Bile barandin. Li aliyê din li herêmê şerekî dijwar hebû.
ŞÊRAWA
Di seat 04:00’an de balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li gundên Êzidiyan Basûfanê û Bir Silêman barandin.
RACO
Îro seat 10:00’an de balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker navenda herêma Rocoyê kir hedef.
NAVENDA EFRÎNÊ
Şevê din di seat 23:00’an balafirên şer taxên Tirinde û Eşrefiyê dan ber bombeyan.
Di heman demê de balafirên şer derdora Efrînê kir hedef û sedan lawir telef bûn.”