23:37
Artêşa Tirk a dagirker gundên Omera, Ereb Wêran û Baflone ya Şera ya Efrînê bi top, hewan û obusan bomberdûman dike.
19:49
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê dîmenên rûxandina wesayîta leşekerî ya artêşa Tirk a ji aliyê şervanên QSD’ê ve ya li gundê Şêxorzê ya navçeya Bilbilê weşand.
19:32
Artêşa Tirk a dagirker gundê Aşka Xerbî ya girêdayî herêma Cindirêsê topbaran dike. Hat ragihandin ku di encama topbaranê de sivîlên şehîd û birîndar hene.
19:23
MSD’ê, têkildarî bikaranîna çekên di qada navneteweyî de qedexe ya ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve ye li Efrînê bikar tîne, daxuyaniyeke nivîskî da û bêdengiya civaka navneteweyî şermezar kir.
18:53
Cenazeyê 15 şervanên YPG-YPJ, hêzên asayîşê û şervanên Erka Xweparastinê yên di Berxwedana Serdemê de şehîd bibûn, li Şehîdgeha Şehîd Avesta Xabûr bi merasîmeke bi heybet ve hatin veşartin.
18:53
200 enternasyonalîst ji bo Ocalan û Efrînê dane rê
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina êrîşên li ser Efrînê 200 enternasyonalîstên ji 17 welatan ji Lûksembûrgê dane rê û wê biçin Strasbourgê.
17:35
Nişaneya têkçûna dewleta Tirk
Operasyona dewleta Tirk a dagirker ku di 20’ê Çileyê de dayî destpêkirin, rê li ber pirsgirêkên mezin vekirin.
17:18
QSD’ê bîlançoya rojê ya li Efrîn eşkere kir
16:37
YPG’ê wesayîta ku doçka li ser bû wisa îmha kir!
Şervanên YPG’ê îro li navçeya Şiyê ya Efrînê wesayît îmha kir a ku doçka li ser bû.
15:04
Şervanên QSD'ê wesayiteke dagirkerên Tirk a doçka li ser bû rûxandin
Li gundê Xelîl ê navçeya Şiyê ya Efrînê, şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) wesayiteke artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku doçka li ser bû rûxandin.
14:05
QSD: Êşkence li cenazeyan tê kirin, ev barbarî ye
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ku ji nava DAÎŞ û El Nûsra daye hev, êşkenceyê cenazeyên şervanên QSD'ê dikin.
12:16
Artêşa Tirk vê gavê bombeyan li navçeya Şiyê dibarîne
Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, ji êvara Çarşemê û vir ve bi obus û çekên giran bombe li Şiyê tên barandin.
Li ser encama vê êrîşê agahî bi dest neket. Lê belê ji 20'ê Çileyê ve dewleta Tirk a dagirker bi taybetî êrîşî sivîlan û binesaziya Efrînê dike. Nêzî 150 sivîlan ji ber van êrîşan jiyana xwe ji dest dan, bi sedan xanî xera bûn û binesaziya bajêr zerar dît.
11:54
Li gundekî Raco şer giran e
Li gundê Kevirê Ker ê navçeya Raco ya kantona Efrînê, di navbera şervanên QS'ê û artêş-çeteyên dagirker de şerekî dijwar qewimî.
Li ser vî şerî ku hê dewam dike, agahî bi dest neket.
11:54
11:53