Balafirên şer bombeyan li gundên Şiyê dibarîne

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker gundên navçeya Şiye ya Efrînê bombebaran dike.

Hate ragihandin ku balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombeyan li  gundên Şiketka û Tirmuşa yên navçeya Şiyê dibarêne.

Artêşa Tirk îro li derdora gundê Hec Bilel a navçeya Şiyê li beramberî berxwedana QSD’ê herî kêm 25 windahî dabûn.

Li gundekî Şiyê herî kêm 25 çete hatibûn kuştin.

Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê ev 21 roj in bê navber didomin. Navenda bajêr û hemû navçeyên wê hatin bombekirin. Tevî bomberdûmanê jî rejîma faşîst nikare bi pêş ve biçe. Artêşa Tirk a dagirker heya niha herî kêm 150 sivîl qetil kirin.