YPG’ê nasnameya 7 şehîdên ‘Bagera Cizîrê’ eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê bi daxuyaniyekî nivîskî nasnameya 7 şervanên xwe yên ku di dîroka 3-6’ê Sibatê de şehîd bûbûn, ragihand.

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê bi daxuyniyekî nivîskî nasnameya 7 şervanên xwe ku dîroka3-6’ê Sibatê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn, eşkere kir.

Daxuyaniya ku li ser malpera giştî ya YPG’ê hatî weşandin, ev agahî tê dayîn;

“Bi pêşengtiya hêzên QSD û şervanên YPG-YPJ Pêngava Bagera Cizîrê a Rizgarkirina Dêra Zorê bi hemû dijwariya xwe berdewam dike û roj bi roj pêşveçûnên şervanan li bejahiya Dêra Zorê çêdibe. Her wiha operasyonên paqijkirina çeteyan li herêmê didome. Di van operasyonan de şer û pevçûnên dijwar di navbera hêzên me û çeteyên DAIŞ’ê de diqewime.

‘7 RÊHEVALÊN ME BI QEHREMANÎ ŞER KIRIN Û ŞEHÎD BÛN’

Li ser vê bingehê di navbera 3-6 Sibatê de operasyonên ku li ser çeteyan hat lidarxistin de 7 rêhevalên me li dijî çeteyan bi qehremanî şer kirine û gihîştine şehadetê.

Em weke hêzên YPG û YPJ di kesayeta şehîdên Pêngava Bagera Cizîrê de tevahî şehîdên me yên qehreman bi rêzdarî bibîr tînin. Em serî de sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelê me yê berxwedêr re dixwazin. Me soza ku daye şehîdan û gelê xwe emê li Rojava û Bakurê Suriyê ji teror û terorîstan paqij bikin bê rawestandin têbikoşin, careke din soza ku me dayî wan dubare dikin.

AGAHIYÊN TÊKILDARÎ NASNAMEYAN

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

Nasnav: Berxwedan Behiye

Nav û Paşnav: Hemîd Emîr

Navê Dayikê: Neîme

Navê Bav: Feyad

Cihê Ji Dayikbûnê: Til Berak

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêr Zzor / 6’ê Sibat 2018

***

Nasnav: Dilbirîn  Til Berak

Nav û Paşnav: Elî El Îsa                                                                

Navê Dayikê: Helala

Navê Bav: Salih

Cihê Ji Dayikbûnê: Til Berak

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 6’ê Sibat 2018

 ***

Nasnav: Dilgeş Serêkaniyê

Nav û Paşnav: Mihemed Kalo

Navê Dayikê: Fethiye

Navê Bav: Xelef

Cihê Ji Dayikbûnê: Serêkaniyê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 5’ê Sibat 2018

***

Nasnav: Masîro Serêkaniyê

Nav û Paşnav: Mihemed Îso

Navê Dayikê: Zekiye

Navê Bav: Cemîl

Cihê Ji Dayikbûnê: Serêkaniyê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 5’ê Sibat 2018

***

Nasnav: Şivan Enteriyê

Nav û Paşnav: Wail Xelef

Navê Dayikê: Bedîa

Navê Bav: Yusif

Cihê Ji Dayikbûnê: Qamişlo

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 6’ê Sibat 2018

 ***

Nasnav: Şivan Tamne

Nav û Paşnav: Xalid Ibrahîm

Navê Dayikê: Erne

Navê Bav: Mehmûd

Cihê Ji Dayikbûnê: Til Hemîs

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 6’ê Sibat 2018

 ***

Nav û Paşnav: Teysîr Mihemed

Navê Dayikê: Xatun

Navê Bav: Hesen

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 3’ê Sibat 2018”