KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Kurdistanê lehî rabû: 10 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Riha, Semsûr û Meletiyê hejmara mirovên ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 10 kesan. -
Agirê Newrozê li Şemzînanê gur bû: Azadî ji Abdullah Ocalan re!
Agirê Newrozê li Şemzînanê bi 3 derbikên niftikê hate vêxistin. Di çalakiyê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biryardariya têkoşînê hate nîşandan. -
Li Riha û Semsûrê lehî rabû: Kesekî jiyana xwe ji dest da -HATE NÛKIRIN
Li Semsûr û Rihayê ji ber barana zêde lehî rabû. Kesekî jiyana xwe ji dest da, 4 kes winda ne û gelek kes jî asê mane. -
Çiyager Hêvî li Mexmûrê hate bîranîn
Şêniyên Wargeha Penaberan a Şêhîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Şehîd Çiyager Hêvî di 7’emîn salvegera şehadeta wî de bibîranîn. -
Newroz roja jiyana azad û berxwedanê ye!
“Em weke gelekî ku ev qas gihiştiye rastiya jiyanê, biryara xwe daye û her cure şer girtiye ber çavê xwe, ne tenê ji bo xwe ji bo mirovahiyê hemûyê bi îdîa ne.” -
Dagirkeran 28 caran bombe li çeperên berxwedanê barandin
Artêşa Tirk a dagirker li qadên Saca, Çemço û Sîdayê 28 caran bombe li çeperên berxwedanê barand. -
HPG'ê nasnameya 4 şehîdan eşkere kir
HPG'ê agahiyên li ser nasnameya 4 şehîdan eşkere kir û got, "Hevrêyên me Êrîş, Partîzan, Şaho û Baran berxwedana dîrokî afirandin, bi lehengî şer kirin û tevlî nava karwanê şehîdan bûn." -
KCK: Qetlîama Helebceyê di çarçoveya plana qirkirina Kurdan de hate kirin
KCK’ê Qetlîama Helebceyê şermezar kir û diyar kir Qetlîama Helebceyê di çarçoveya plana qirkirina Kurdan de hate kirin. -
Karayilan: Yekane rêya çareseriyê muxatabgirtina Rêber Apo ye
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Karayilan diyar kir ku dewleta Tirk bi berxwedanê hate rawestandin û got, "Rêyeke bi tenê heye, ew jî rêya çareseriyê ye. Muxatabgirtina Rêber Apo ye. Wekî din rê nîne." -
Ciwanan li Agiriyê Newroz pîroz kirin
Li Taxa Ehmedê Xanî ya Bazîdê ciwan li hev kom bûn û bi tilîlî û govendê Newroz pîroz kirin. -
YRK'ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir
YRK'ê nasnameya 3 gerîlayên di salên 2018 û 2019'an de şehîd bûn eşkere kir û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. -
Herêmên Parastinê yên Medyayê 93 caran hatin bombekirin
Artêşa Tirk a dagirker ji bejahî û hewayî ve 93 caran bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barand. -
Li Mereşê bi pileya 4,7 erd hejiya
Li Mereşê bi pileya 4,7 erdhejek çêbû. -
'Di Newrozê de bi ruhê berxwedan û tolhildanê rabin ser piyan'
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta ji bo Newrozê peyamek weşand û got, "Di Newroza 2023'an de divê gelê me ji her demê bêhtir bi xurtî li ber xwe bide û bi ruhê hesabpirsîn û tolhildanê rabe serhildanê." -
HPG: Dagirkeran 46 caran bombe li qadên berxwedanê barandin
Artêşa Tirk a dagirker qadên berxwedanê 10 caran bi balafiran, 36 caran bi helîkopterên êrîşê, obus, tank û çekên giran bombe kir. -
Tabelaya 'Parka Berkîn Elvan' hate desteserkirin
Tabelaya 'Parka Lîstikê ya Berkîn Elvan' ku li Meletiyê ji bo zarokên mexdûrê erdhejê hate avakirin, ji aliyê polîsên Tirk ve hate desteserkirin. -
HPG: Fermandarê fedaiyan Delîl Zagros şehîd bû
HPG’ê diyar kir ku fermandar Delîl Zagros (Cercîs Çaksû) şehîd bûye û got “Yek ji fermandarê sembol ê Pêngava Şoreşger a Şehîd Savaş Maraş navê xwe di dîroka me ya têkoşînê de nivîsandiye.” -
Ava Bendava Mûsilê kêm bû, Mezargeha Bazîdê ji nû ve xuya kir
Piştî ku ava li Bendava Mûsilê kêm bû, mezargeheke Êzidiyan tevî dibistana kevn a li komalgeha Xanikê ji nû ve xuya kirin. -
Gerîla Peyman: Ev şerê îradeyê ye
Gerîlaya YJA Starê Viyan Peyman destnîşan kir ku gerîla her carê bi îradeyeke hîn mezintir radibin ser piyan û got, "Ev şerê îradeyê ye û berxwedaneke bêhempa heye." -
Navê kujerekî Qirkirina Zîlanê li kolaneke navçeya Erdîşê kirin
Qeymeqamê Erdîşê û qeyûm Nûrî Mehmetbeyoglû navê yek ji kujerên Qirkirina Zîlanê Suleyman Erdînç li kolaneke li navenda Erdîşê kir. -
Kedkarên tendirustiyê yên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan li Amedê hatin bibîranîn
Kedkarên tendirustiyê yên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan li ber avahiya Galeryayê ya Amedê hatin bibîranîn. -
Herêmên Parastinê yên Medyayê 23 caran hatin bombekirin
Artêşa Tirk a dagirker ji hewayî û bejahî ve 23 caran bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barand. -
'Em ê tola şehîdên xwe hilînin'
Endamên sazî û destgehên Rêveberiya Xweser a Şengalê nerazîbûn nîşanî bêdengiya dewleta Iraqê ya li hemberî êrîşên dewleta Tirk dan û destnîşan kirin ku ew ê heta dawiyê li ser şopa şehîdan bimeşin. -
Gerîlayê HPG'ê Amed: Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe şer bikin
Gerîlayê HPG’ê Argeş Amed diyar kir ku, dewleta Tirk li ber îradeya gerîla têk çûye û got, “Erka me ye ku, ala ku me ji hevrêyên xwe yên şehîd girtiye, bigihînin serkeftinê. Ji bo vê yekê em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî şer bikin." -
YPS-YPS JIN: Meşa li ser şopa Şehîd Çiyager rûmet e
YPS-YPS JIN’ê şehîdên berxwedana rêveberiya xweser a Sûrê bi rêzdarî bi bîr anîn û got: "Meşa li ser şopa Şehîd Çiyager, rûmetek e. Erka me ye ku îdîa û armancên wî bi ser bixînin."