Berxwedana xelkê Mexmûrê di roja 6'emîn de ye

Şêniyên Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya li Mexmûrê li hemberî dorpêçê, girtin û ambargoya hikumeta Iraqê ya li ser kampê 6 roj in kon vedane û çalakiyê dikin.

Heyeta ji xelkê kampê ya çû Bexdayê, di 14'ê Gulanê de piştî ku hevdîtinên xwe temam kir, di vegerê de hate binçavkirin.

Rayedarên Iraqî li ser sedema binçavkirinê agahî nedan raya giştî û endamên heyetê hîn jî nehatine berdan.

Meqamên Iraqê soz dabûn ku heyeta binçav kiriye berde. Lê belê ji ber ku ev soz bi cih nehate anîn, xelkê Mexmûrê 15'ê Gulanê li ber nuqteya kontrolê ya hêzên Iraqê kon veda û dest bi çalakiyê kir. Gel hem li ber binçavkirinan hem jî il ber dorpêça li ser kampê radibe.

Çalakî îro ket roja 6'an. Xelkê Mexmûrê dixwaze nûnerên wan ên hatine binçavkirin bêne berdan û zextên li ser kampê bi dawî bibin.

Hikumeta Iraqê bi taybetî ji 10'ê Nîsanê û vir ve ambargoyeke giran daniye ser Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî.

Malzemeyên lêkirina avahiyan, pêwîstiyên bingehîn û çûyîna karkeran a li bajarên din têne astengkirin, nasnameya şêniyên kampê nayê nûkirin.

ZEXTÊN JI SALA 2019'AN Û VIR VE TÊNE KIRIN

- 17'ê Tîrmeha 2019: PDK'ê bi daxwaza Tirkiyeyê ambargo danî ser Kampa Mexmûrê.

- 18'ê Tîrmeha 2019: Balafirên şer ên Tirk bombe li kampê barandin û di encamê de 2 kes birîndar bûn.

- 27'ê Çileya 2021: Hêzên Iraqê hewl dan dora kampê bi têlan bipêçe, gel li ber xwe da.

- 20'ê Gulana 2023: Iraqê careke din hewl da xendekan bikole, têlan bi cih bike û kûleyan ava bike. Di encama berxwedana 16 rojan de xwe vekişand.

- 10'ê Nîsana 2025: Hikumeta Iraqê dor li kampê girt; xizmet û kar rawestand, nehişt nasname bê nûkirin.

30'ê Nîsana 2025: Şêniyên kampê meş û çalakiya rûniştinê kirin, ji bo çareseriyê banga diyalogê kirin.

14'ê Gulana 2025: Sê kesên ji heyeta Meclîsa Gel a Mxmûrê ku bi Wezareta Edaletê ya li Bexdayê re hevdîtin kirin, dema vegeriyan hatin binçavkirin.