Bayindir: Yekîtiya neteweyî divê rojeva me ya esasî be

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir li kongreya MEBYA-DER'ê axivî û got, "Yekîtiya neteweyî divê rojeva me ya esasî be. Gelê Kurd divê enerjî û hewldanên xwe ji bo pêkhatina kongreya neteweyî bi kar bîne."

Komeleya Alîkarî Piştevanî Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin re (MEBYA-DER) li eywaneke daetan a li Amedê bi dirûşma “Aştî û Civaka Demokratîk”, 4’emîn Kongreya Asayî li dar dixe. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglû, hevşaredar, parlamenter û nûnerên gelek sazî û dezgehan tev li bûn.

Li eywana kongreyê pankarta “Em ê bi perspektîfa ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bi ser kevin” û wêneyên Rêber Apo û ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn hatin daliqandin. Kongre, bi rêzgirtinê dest pê kir û gelek caran dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin.

Hevserokê MEBYA-DER’ê Mehmet Emîn Kiliç piştî hilbijartina dîwanê axivî û got ku MEBYA-DER parçeyek girîng a têkoşînê ye û ev tişt anî ziman: “Ji bo mezinbûna vê têkoşînê, dê MEBYA-DER hêj xurtir xebatan bimeşîne.”

Piştre jî Serokê Komeleya Şêx Seîd û neviyê Şêx Seîd Kasim Firat axivî û got ku gelê Kurd îro bi hev re şehîdên xwe bi bîr tîne. Firat, wiha got: “Şehîdên me, rûmeta me ne. Em ê rêya wan bidomînin.”

Hevserokê Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) Kerem Canpolat jî wiha got: “Tenê yek daxwaza malbatên me ji me heye; ew jî ew e ku em nirxên xwe ji bîr nekin, xwedî li têkoşîna wan derkevin. Ji bo ev sedsal bibe sedsala Kurdan divê em yekitî û têkoşîna xwe xurt bikn.” Dayika Aştiyê Nezahet Teke jî wiha got: “Heke em îro qala pêvajoyekê bikin; divê dewlet jî li gorî vê gav biavêje. Li rexekî êriş li rexa din aştî nabe. Em bang li Erdogan û Bahçelî dikin; bi destê birêz Ocalan bigirin û tiştên pêwîst bikin. Em dayikên aştiyê dixwazin li vir in. Dayik êdî li ser vê xakê êşê naxwazin.”

Herî dawî jî Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir axivî. Bayindir, wiha got: “MEBYA-DER ne tenê komele û saziyek e. Tevgereke wijdanî ye. Ji ber ku ev komele komeleya deh hezaran malbatên şehîdan û komeleya tevgera gelê kurd e.”

Keskîn Bayindir, bal kişand ser 100’emîn salvegera darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî û wiha domand: “Salvegera darvekirina Şêx Seîdê Kal e. Salvegera darvekirina rêber û pêşengê gelê Kurd e. Em bejna xwe li ber hemû şehîd û cangoriyên xwe ditewînin. Dema Şêx Seîd çû ber sêdarê got; ‘Divê neviyê min bi min serbilind bin û bila me rûreş nekin.’ Em îro li vir dibêjin bi deh hezaran neviyên te li vir in û hûn rûreş nekirine. Dîroka Kurd û Kurdistanê ya bi sed salan her tim bi kuştin û qirkirinê derbas bûye. Li ser her bihosta axa Kurdistanê zilm hatiye kirin. Li aliyekî zilm û zordarî heye. Lê li aliyê din ku em pê serbilind û serfiraz in, li ser bihosta vê axê têkoşîn û berxwedan jî heye. Ji serê çiyayê Kurdistanê heta zindanan li ser her bihostê têkoşîn û berxwedan heye. Vê têkoşîn û berxwedanê îro pêvajoyek da destpêkirin. Ne ku ev dewlet dostê me bû ku ev pêvajo dan destpêkirin. Ev pêvajoya ku Rêber Abdullah Ocalan wekî pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bi nav dike, bi têkoşîna gelê Kurd û tevgera azadiya Kurdistanê pêş ketiye. Bi sekn û têkoşîna rêberê rêberan rêzdar Ocalan pêş ketiye. Ji darvekirina Şêx Seîd heta niha gotin em ê Kurdan tune bikin, lê ji ber berxwedana Kurdan êdî tu rê ji wan re nema.”

Keskîn Bayindir, anî ziman ku divê ew heqîqeta têkoşîna gelê Kurd û rêberê xwe bibînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her santîma Kurdistanê bi têkoşîn û berxwedanê hatiye bi destxistin. Li çar aliyê cîhanê îro qala Kurdan û statuya Kurdan dikin. Ev nîşan dide ku Kurd êdî bi rêber û têkoşîna xwe hêzeke cîhanî ne. Ev hêz dê bigihije armanca xwe, armanca me azadî ye. Armanca me statuya Kurdistanê ye.”

Keskîn Bayindir, da zanîn ku ji bo statuya xwe bi dest bixin jî pêdivî bi rêxistinkirin, yekitî, hezkirinê heye û axaftina xwe wiha qedand: “Rêber Abdullah Ocalan di 2013’an de bang li pêşengên Kurdan, partiyên Kurdan kir û xwest di bin sîwanekê de bibin yek. Xwest di bin sîwana Kongreya Kurdistanê de hemû hêzên Kurdistanê bibin yek û parastina gelê Kurdistanê bikin. Xwest parastina hiqûq û dîplomasiyê pêş bixin. Hêzên xêrnexwaz bûn asteng. Îro 12 sal şûnde dîsa ev derfet li pêşberî me ye. Îro dîsa birêz Ocalan banga Kongreya Neteweya Kurdistanê dike. Em jî li vir bang li hemû sazî û rêxistinên çar aliyê Kurdistanê dikin. Em dibêjin deng bidin dengê birêz Ocalan. Ev mesele meseleya paşeroja gelê Kurd e. Ji ber ku li çar aliyê Kurdistanê şer e. Kurd bi parçebûnê nikarin xwe biparêzin. Lê hêza me li çar aliyê Kurdistanê heye. Divê gelê xwe di bin sîwana Kongreya Kurdistanê diparêzin. Statuya xwe mîsoger bikin. Ev li me ferz e. Ji bo wê divê em bixebitin.”

Piştî axaftinan, sînevîzyonek hate pêşandan. Rapora darayî û xebatan jî hate xwendin û piştre bi yek lîsteyê hilbijartin hate kirin. Gurbet Sevîktek Ari û Ramazan Dengîz weke hevserokên nû yên MEBYA-DER’ê hatin hilbijartin.