Şêx Seîd û 46 hevalên wî ku di 29’ê Hezîrana 1925’an de li Deriyê Çiyê ya navçeya Sûrê ya Amedê hatibû darvekirin, di sala 100’emîn a darvekirina xwe de li cihê lê hatibûn darvekirin hatin bibîranîn. Nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk, xizmên Şêx Seîd û hevalên wî, nûnerên partiyên siyasî û gelek kes tevlî bîranînê bûn.
‘CIHÊ GORA WAN HÎNA JÎ VEŞARTÎ YE’
Di bîranînê de Alîkarê Serokê Komaleya Perwerde, Çand û Piştevaniyê ya Şêx Seîd Ramazan Ari axivî û diyar kir ku Şêx Seîd û hevalên wî nûnertiya têkoşîna heq, edalet û rûmetê ya gelê Kurd dikin û wiha got: “Tevî ku 100 sal bi ser de derbas bû jî hîna cihê gora kesên hatin darvekirin nehat eşkerekirin. Ev rewş hem di wîjdana malbatan û hem jî ya gel de birînekî kûr dihêle. Eşkerekirina cihê gora wan ne tenê ya malbatan, lê daxwaza gelekî ya rûbirûbûna bi dîrokê re ye.”
‘AŞTÎ BI HEQÎQETÊ RE PÊKAN E’
Ramazan Ari bang li rayedaran kir û wiha got: “Aştiya mayînde ya vî welatî bêyî rûbirûbûna bi dîrokê re û nepêkanîna edaletê re pêkan nîne. Eşkerekirina cihê gora wan ji bo aştiyê gavekî dîrokî ye. Em dixwazin bi nasnameyên cuda re di nava aştiyê de jiyan bikin. Em ê ji bo gihiştina vê armanca xwe têkoşîna xwe bidomînin.”
‘TÊKOŞÎNA ŞÊX SEÎD TÊ JIYANDIN’
Mele Suleyman Kurşun jî di axaftina xwe de bal kişand ser pevçûnên li Rojhilata Navîn û wiha got: “Şêx Seîd di dilê gelê Kurd de cih girt. Têkoşîna wî îro jî tê jiyandin. Rojhilata Navîn êdî ji şer bêzar bû. Ev erdnîgarî aştiyekî bi rûmet û edaletê dixwaze. Gelê Kurd jî hêjayî vê mafê ye.”
‘CENAZEYAN TESLÎM BIKIN’
Serokê Komeleyê û neviyê Şêx Seîd Kasim Firat jî di axaftina xwe de destnîşan kir ku polîtîkayên înkarê ku 100 sal in dewam dikin, nikarin çavê gelê Kurd bitirsînin û wiha got: “Di sala 1925’an de 47 kesên ku bêedaletî hatin darvekirin, serî netewadin. Me bi rêya Baroya Amedê serlêdan kir, lê cevap nehat dayîn. Cihê gora wan eşkere bikin, cenazeyên wan teslîmî malbata wan bikin. Ev rûmeta me ye.”
‘GELÊ KURD DIVÊ BIBIN YEK’
Berdevkê Însîyatîfa Yekîtiya Demokratîk Mehmet Kamaç jî diyar kir ku gelê Kurd sed sal in rastî zext û komkujiyan tên û wiha axivî: “Li van xakan bi dehan rêber hatin darvekirin. Lê gelê Kurd tu caran rêberên xwe bi tenê ne hiştin. Ev êş ji ber ne yekbûna Kurdan e. Êdî dema yekîtiyê ye. Ev sedsal dibe ku bibe sedsala Kurdan.”
Serokê Giştî yê PSK’ê Bayram Bozyel jî di bîranînê de axivî û berxwedana Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî.
Çalakî bi meşa bêdeng a ber bi qada darvekirin lê hatin kirin, bi dawî bû.