Li Amedê komxebata kedê destpê kir

Li Amedê Platforma Saziyên Demokratîk bi navê 'Komxebata Kedê ya li nava Civaka Demokratîk' lidar xist.

KOMXEBATA KEDÊ

Li Amedê ji aliyê Platforma Saziyan a Demokratîk ve komxebatek bi navê 'Ked li nava Civaka Demokratîk' hate lidarxistin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl beşdarî komxebatê bûn. Di destpêka komxebatê de bi navê platformê Hevseroka Şaxê Hejmara 2'yemîn a Amedê ya Sendîkaya Kedkarên Zanistî û Perwerdeyê (Egîtîm-Sen) Dûygû Ozbay axivî.

Dûygû Ozbay anî ziman ku di dîroka gelên Rojhilata Navîn de ne tenê şer, di heman demê de çandeke yekbûn, temamkirina hevdu heye û got, "Lê belê ev çand bi destwerdana hêzên desthilatdar, netewe dewlet, modernîteya kapîtalîst û îdeolojiyên yekperest hate tepisandin, tarîkirin û berevajîkirin."

Dûygû Ozbay bal kişand ser van xusûsan: "Civaka aştiyane û demokratîk dûrî serwerî û hiyerarşîkê, li ser bingeha welatîbûna wekhev a hevgirtina hemû cihêrengiyan, modeleke hevgirtî ya civakî, sîstemeke ji paradîgmaya felsefî, îdeolojîk a jiyaneke azad pêk tê. Her wiha xwedî wê hêzê ye ku eger Şerê Cîhanê yê 3'yemîn giran bibe, wê karibe nirxên civakî yên gelan ji tinebûnê rizgar bike. Gel daxwaza jiyana hevpar dike."

Dûygû Ozbay destnîşan kir ku çareseriya meseleya Kurd ne tenê azaiya gelê Kurd e, di heman demê de demokratîkbûna Tirkiyeyê ye, sererastkirina dostaniya dîrokî ya gelên Rojhilata Navîn e û mifteya avakirina paşerojeke adil ji bo mirovahiyê ye.

Alîkara Hevserokên Giştî yên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Sevtap Akdag jî got, "Li vê erdnîgariyê em ji pêvajoyeke dîrokî derbas dibin. Ev rastî ji aliyê hêzên herêmê ve hatiye qebûlkirin. Em vê pêvajoya ku cihê hêviyê ye, weke destketiya gelan û avakirina demokrasiyê dibînin. Avakirina civaka demokratîk wezîfeya me hemûyan e. Civaka demokratîk bêyî aştiyê ava nabe. Eger zext li ser beşeke civakê hebe, demokrasî pêk nayê. Em neçar in li ser avakirina civaka demokratîk biaxivin."

Sevtap Akdag diyar kir ku nîqaşên bêne kirin wê xeta têkoşînê ay pêvajoyê ava bike û got, "Divê mirov nebe temaşevanê jiyana azad û wekhev, bibe avakarê vê jiyanê."

Komxebat piştî axaftinan li çapemeniyê girtî dewam kir. Di komxebatê de wê mijarên "Nîqaşên li ser kedê", "Di tecrûbeyên aştiya mayinde û derbasbûna li nava aştiyê de rol û veguherîna kedê", "Ked û xizaniya jinê" û "Bandora kedxwariyê li ser komên dezavantaj (Koçber, karkerên demsalî, karkerên zarok û astengdar)" wê bêne nirxandin.