Parlamenterê Rihayê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ferît Şenyaşar anî ziman ku li seranserê Tirkiyeyê hêviya aşitiyê heye û bal kişand ser israra gelê Kurd a têkildarî aşitiyê. Şenyaşar da zanîn ku divê dewlet tavilê pêngavên hewce biavêje.
Parlamenterê Rihayê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ferît Şenyaşar ji ANF’ê re axivî û ev yek anîn ziman: ‘’Ne pêkan e ku em bi çend gotinan qala Sirri Sureyya Onder bikin. Dema zehmetiyekê, dema hewcedariyek çêdibû yan jî di çarçoveya daxwaza gel de hewcedariyek çêdibûn Sirri Sureyya Onder teqez ew çareser dikirin.’’
Şenyaşar piştre diyar kir ku mezintirîn mîrateya Sirri Sureyya Onder ya li dû xwe hiştiye têkoşîna wî ya ji bo aşitiyê ye û wiha pêde çû: ‘’Beriya banga 27’ê Sibatê me jî li Rihayê merasîmeke aşitiyê li dar xist. Me hewl da ku ev aşitî bibe wesîleya aşitiya civakî. Sirri Sureyya Onder têkoşîna xwe ya têkildarî aşitiyê ji me re weke mîrateyekê hişt. Ji tenduristiya xwe zêdetir girîngî dida pêvajoya aşitiyê. Dema ku hewce dikir tedawî bibe jî ji bo aşitiyê li ber xwe da. Mezintirîn daxwaza wî pêkhatina aşitiya herêmê bû. Bêyî şahidiya aşitiyê koça dawî kir lê belê em ê vê pêvajoya aşitiyê ya ji me re hiştiye bigihînin serkeftinê. Bendewariyên gel hene. Em ê ji bo aşitiyê zêdetir bixebitin. Ji bilî aşitiyê tu rêyên me yên din tune ne. Em soz didin ku em ê heya dawiyê têkoşîna aşitiyê bimeşînin.’’
DIVÊ DEWLET PÊNGAVÊN HEWCE BIAVÊJE
Ferît Şenyaşar diyar kir ku muxatabên pêvajoya aşitiyê yên rastîn gel in û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: ‘’Li seranserê Tirkiyeyê têkildarî aşitiyê bêhêvîbûnek tune ye. Ger gel xwe birêxistin bikin û daxwaza aşitiyê bi dengekî bilindtir qîr bikin, rêveberên dewletê jî wê neçar bimînin ku têkildarî aşitiyê pêngavan biavêjin. Divê gel bi awayekî bi biryar li pêvajoya aşitiyê xwedî derkevin. Weke gelê Kurd me diyar kir ku em têkildarî aşitiyê bi biryar in û amade ne ku her cure pêngavê biavêjin. Em li bendê ne ku dewlet tavilê pêngavên hewce biavêje.’’