KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Şehîd Nûjiyan di 8'emîn salvegera şehadeta xwe de hate bibîranîn
Rojnamevan Nûjiyan Erhan ku di 3’yê Adara 2017’an de li Xanesora Şengalê di encama êrîşa çekdarên PDK’ê de birîndar bibû û piştre şehîd bibû, li ser gora xwe hate bibîranîn. -
Baroya Amedê: Pêkanîna li dijî Baroya Stenbolê darbeyeke sivîl e
Baroya Amedê, nerazîbûn nîşanî betalkirina erka Rêveberiya Baroya Stenbolê da û diyar kir ku li Tirkiyeyê cara yekê ye ku pêkhateya rêxistinbûyî ya rêveberiya baroyê tê hedefgirtin û ev rewş weke ‘darbeya sivîl’ binav kir. -
Ji bo kesên di Newroza 1992’yan de hatin qetilkirin çalakiya bîranînê
Ji bo kesên di Newroza 1992’yan de li Nisêbînê hatibûn qetilkirin çalakiya bîranînê hat lidarxistin. Li cihê komkujiyê qurnefîl hatin danîn. -
Di Newroza Erzînganê de xwedî li banga Rêber Apo derketin
Li Erzînganê piştî 8 salan Cejna Newrozê hate pîrozkirin. Di Newrozê de bal kişandin ser banga dîrokî ya Rêber Apo û xwedî li bangê derketin. -
HPG: Artêşa Tirk di Newrozê de jî êrîşên xwe domand
HPG’ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker di Newrozê de jî bombebaranên li ser çiyayên Kurdistanê bê navber domand. Qadên gerîla 712 caran ji hewayî û bejahî, hatin bombebarankirin. -
Li Şengalê berxwedan bi ser ket
Piştî berxwedana li dijî artêşa Iraqê, hêzên artêşê neçar man ku ji Şengalê derkevin. -
Ji Newroza gerîla peyam: Yekane kesê me îkna bike Rêber Apo ye - NÛ BÛ
Newroza 2025’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi merasîmeke leşkerî ya bi heybet hate pîrozkirin. Yek ji fermandarên Biryargeha Navendî ya HPG’ê Amed Malazgirt got, “Tenê Rêber Apo dikare wan milîtanên fedayî îkna bike; ji bo vê jî divê azad bibe." -
Xelkê Wanê: Dora dewletê ye ku gav bavêje
Xelkê Wanê diyar kir ku destê ku Rêber Apo ji bo aştiyê dirêj kiriye, destê gelê Kurd e û gotin, her kes aştiyeke bi rûmet û mayînde dixwaze. Xelkê Wanê destnîşan kir ku ji bo bersiva banga Rêber Apo, dora dewletê ye ku gav bavêje. -
‘Newroz ji bo me mezinkirina têkoşînê ye’
Gerîlayên bi navê Saîr Minbic û Egîd Qamişlo diyar kirin ku di tevahiya dîrokê de Newroz ji bo gelê Kurd rojeke pîroz e û gotin, “Newroz ji bo me kêfxweşî ye, serketineke nû ye, mezinkirina têkoşînê ye.” -
Rêber Apo divê bi fîzîkî azad bibe!
Komîteya ‘Azadî ji bo Abdullah Ocalan ya Başûr’ peyamek da û got, ‘Divê Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe û ji bo bicih anîna pêdiviyên manîfestoyê em ê hewl bidin.” -
Bakirhan: Dawiya vê rêyê azadî ye!
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan li Newroza Amedê axivî û got, "Em ê bi ruhê Newrozê, bi baweriya Kawa, bi wêrekiya Mazlûm bimeşin. Dawiya vê rêyê aştî ye, dawiya vê rêyê demokrasî û azadî ye." -
Karayilan: Divê mafên nasnameyê yên Kurdan bêne naskirin
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan xwest, mafên nasnameyê yên Kurdan bêne naskirin û got, "Çekdanîn li ser vê bingehê dikare pêk were." Karayilan her wiha got, pêvajo ji bo Kurdan meseleyeke neteweyî ye. -
Posterê mezin ê Rêber Apo li qadê hate gerandin
Di Newroza Amedê de posterê mezin ê Rêber Apo li qadê hate gerandin. -
Sebahat Tûncel: Em dixwazin Rêber Apo li vir bibînin
Sebahat Tûncel di Newroza Amedê de ku bi sed hezaran kes li hev civand, axivî û bang li dewletê kir ku rê li ber siyaseta demokratîk veke û destnîşan kir ku ew dixwazin Rêber Apo li Amedê bibînin. -
Ozgur Ozel: Newroz pîroz be!
Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel peyamek ji Newroza li Amedê re şand û got, "Bi baweriya xwe ya ji demokrasî, edalet û azadiyê, li ser bingeha welatîbûna wekhev a ji her kesî re em ê Tirkiyeyê bi hev re ava bikin." -
Newroza Qendîl: Têkoşîn divê bi rengekî xurt bidome
Li Qendîlê şahiya Newrozê bi coş dewam kir. Komîteya Newrozê diyar kir ku tevgera azadiyê hatiye qonaxeke krîtîk û têkoşîn divê bi rengekî xurt bidome. -
Bafil Talabanî: Newroz peyama azadiyê ye
Serokê YNK'ê Bafil Talabanî peyamek ji Newroza Amedê re şand û got, "Newroz ji bo Kurdan peyama nûbûna ji bo azadî û serxwebûnê ye, yekîtî, hevkarî, xwişk û biratî ye." -
Peyama KCK'ê ji bo Newroza Qendîlê: Tehemûla gelê me ji dîlgirtina Rêber Apo nemaye
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê di peyama xwe ya ji Newroza Qendîlê re diyar kir ku tehemûla wan û gel êdî ji dîlgirtina Rêber Apo re nemaye, divê pergala êşkenceyê ya Îmraliyê bi dawî bibe, Rêber Apo azad bibe. -
Banga Rêber Apo li Newroza Qendîlê hate xwendin
Li Qendîlê di pîrozbahiya Newrozê de ku bi hezaran kes lê amade bûn, banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo hate xwendin. -
Bi sed hezaran kesî li dengê Rêber Apo guhdarî kirin
Li qada Newrozê ya li Amedê bi sed hezaran kesî li dengê Rêber Apo guhdarî kirin. -
Girtiyên siyasî: Newroza Amedê, beyana îradeyê ye
Li Amedê bi sed hezaran kes di Newrozê de hatin ba hev. Di şahiyê de peyama girtiyên siyasî hate xwendin. -
'Êrîşên li dijî YBŞ'ê êrîşên li dijî hebûna Êzidiyan e'
Berdevka TAJÊ Rîham Hico û siyasetmedar Qasim Keşko êrîşa li dijî şervanên YBŞ’ê weke êrîşa dijî hebûna Êzidiyan pênase kirin û gotin, "Divê gelê me berxwedana li dijî vê komployê mezin bikin." -
Newroza Qendîlê destpê kir
Li Qendîlê pîrozbahiya Newroza azadiyê bi beşdariya bi hezaran kesî destpê kir. -
Kemal Kurkut hate bîranîn
Xwendekarê Zanîngehê Kemal Kurkut li cihê lê hatî qetilkirin, hate bîranîn ku di Newroza 2017’an de li Amedê ji aliyê polîsan ve hatibû qetilkirin. -
Di Newroza Amedê de posterên Rêber Apo hatin hildan
Li Amedê hîn jî bi deh hezaran kes berê xwe didin qada Newrozê û coşa li qadê kêlî bi kêlî zêde dibe. Posterên Rêber Apo li qadê têne gerandin.