KURDISTAN
Nûçeyên Dawî
-
Qeyûmê li Êlihê, peykerê Cegerxwîn rakir
Qeyûmê ku ji aliyê desthilatdariya AKP'ê ve li ser Şaredariya Êlihê hate danîn, peykerê helbestvan û nivîskarê Kurd Cegerxwîn ê li Parka Kîne Em da rakirin. -
Xizmên girtiyên nexweş û înfaza wan şewitandî: Girtî ji ber ku Kurd in bernadin
Malbatên girtiyan ên li Nobeta Edaletê dewam dikin wiha gotin: "Girtiyên nexweş û yên înfaza wan tê şewitandin, ji ber Kurd in bernadin." -
KONGRA GEL ji bo meşa li Dusseldorfê bang kir: Em bi dengekî bi hêz Kurdistanê biparêzin
Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL ji bo parastina Kurdistanê ya li dijî dagirkeriyê bang kir û işaret bi girîngiya meşa 25'ê Hezîranê ya li Dusseldorfê kir. -
Waliyê Wanê terora leşkeran a li Xaşkanê parast
Walîtiya Wanê şîddeta leşkerên Tirk a li taxa Xaşkanê ya Şaxa Wanê parast. -
Xelkê Şengalê: Gelê Êzidî bi rêxistinbûna xwe wê bersiv bide van êrişan
Xelkê Şengalê got, “Dewleta Tirk bi balafirê êriş dike, PDK’ê ji bo gel berde hev tevlîheviyê çêdike. Gelê Êzidî bi rêxistinbûna xwe wê bersivê bide van êrişan.” -
Kalkan: Desthilatdariya AKP û MHP’ê wê hilweşe
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir ku desthilatdariya AKP û MHP’ê ketiye rewşeke xerab û got “Wê faşîzma AKP û MHP’ê hilweşe. Temenê wê dirêj dikin lê ew ê nikaribin wê rizgar bikin.” -
AKP-MHP'ê Colemêrg bêav hişt
Colemêrg ku bi çavkaniyên xwe yên dewlemend ên avê tê naskirin, ji ber polîtîkayên qeyûm av lê nema ye. -
‘Şev û roj li ser ezmanê Mexmûrê balafirên keşfê-biçek digerin’
Bêwar Unver bal kişand ser berpirsyariyên Iraqê û Neteweyên Yekbûyî yên li ser Wargeha Penaberan a Mexmûrê û got: “Şev û roj balafirên keşfê yên bê mirov-biçek li ser ezmanê Mexmûrê digerin. Xeteriyek mezin li ser mirovan heye.” -
Fermandar Alan Malazgîrt: Kontrola şer di destê me de ye
Ji fermandarên Pêngava Bazên Zagrosê Alan Malazgîrt şerê li Zap, Metîna û Avaşînê nirxand û got, "Heta niha me ji nuqteyên xwe yên stratejîk bi paş ve gav neavêt. Li hin deveran şerekî giran diqewime jî kontrol di destê me de ye." -
Remziye Tosûn: Gel daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dike
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn anî ziman ku desthilatdariya AKP-MHP'ê hewl da Meşa Gemlîkê manîpule bike û got, "Gelê Kurd bi yek dengî daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kiriye." -
Karayilan: Berxwedana gerîla paşeroja gelan ronî dike
Fermandarê Biryargeha NPG'ê Mûrat Karayilan bîlançoya şerê du mehan nirxand, berxwedana gerîlayên azadiyê pîroz kir û got, "Berxwedana gerîla paşeroja gelan ronî dike." -
Polîsan di dema destgîrkirinê de li jinan xist
Li mezrika Sersûl a gundê Xaşkan ê navçeya Elbakê polîsên ku ji bo destgîrkirina welatiyê bi navê K.A. hatin mezrikê bênavber qederekê ber bi hewayê ve gule teqandin û li jinên ku li ber vê yekê rabûn xistin. -
Gerîla li gelek baskan ve lêda: 29 dagirker hatin cezakirin
Tîmên bi tevger ên HPG’ê ku li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya girêdayî Zapê ji gelek baskan ve êriş birin ser dagirkeran, 29 dagirker ceza kirin; 2 dagirker jî birîndar bûn. -
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Suleymanoglû hat veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Mehmet Suleymanoglû yê ku di 17'ê Hezîranê de li Licê di şer de şehîd bû, di bin dorpêça leşkeran de hat veşartin. -
Dadgeriya Tirk der barê malbat û birîndarên Pirsûsê de lêpirsîn da destpêkirin
Dadgeriya Tirk der barê xizmên kesên li Pirsûsê hatin qetilkirin û birîndarkirin de lêpirsîn da destpêkirin. -
Ji Bakur heta Başûr gerîla lê dide: Kontrayek û 25 dagirker hatin cezakirin
Di çalakiyên tîmên bi tevger ên gerîla de kontrayek û 25 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. HPG'ê diyar kir ku hêzên gerîla ti windahî nedane. -
Şivan Gever: Ji bo Kurdistana Azad em ê heta dawiyê têbikoşin!
Ji Fermandariya Biryargeha Herêmên Parastinê yên Medyayê Şivan Gever got, "Ev şer çiqasî dewam bike jî ji bo parastina nirxên gelê Kurd û avakirina Kurdistana azad, em ê heta dawiyê li dijî faşîzm û dagirkeriyê têbikoşin." -
Serdanên sersaxiyê yên ji bo şehîd Ferhat li Silêmanî tê qebûlkirin
Welatî û kesayetên naskirî ji bo sersaxiya Şehîd Ferhat Şiblî serdana Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilat Sûriyeyê ya li Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê didin. -
HPG'ê 4 gerîlayên şehîd bûne, bi rêzdarî bi bîr anî
HPG'ê nasnameya 4 şehîdan eşkere kir û got, "Em soza xwe dubare dikin ku xwîna van şehîdên xwe yên leheng li erdê nehêlin û armanca wan a mezin; azadiya Rêbertî û azadiya Kurdistanê misoger bikin." -
Sozdar Avesta: Em rihê berxwedana Îmralî û Zapê geş bikin
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta, bang li jinên ciwan kir û got “Em bawer in hûn ê di vê demê de jî rola xwe ya herî girîng bilîzin û ji bo avakirina neteweya demokratîk pêşengtiyê bikin.” -
Banga li dagirkeran: Xwe teslîmî gerîla bike!
Gerîlayan bi rêya cîhaza ragihandinê banga teslîmbûnê li dagirkeran kirin û gotin, "Zaznibe ku ev şer ne şerê te ye. Şerê dewlemend, patron û bûrjûvayan e ku ji bo çend qurişan te dişîne mirinê. Dest ji çekê berde û şer biterikîne." -
'Tenê bi hevgirtin û yekîtiyê dikare pêşî li êrişan bê girtin'
Ji rûspiyên Şengalê Berekat Mirad got, heta hevgirtina gel çênebe wê dijmin her tim êrişan bike û destnîşan kir ku tenê bi yekîtiyê pêşî li fermanan dikare bê girtin. Her wiha têkildarî lîstik û provokasyonên li ser Şengalê jî hişyarî da. -
Gerîlayên HPG'ê: Gerîla şerekî nûjen ê bi îradeya mirovî dimeşîne
Gerîlayên HPG’ê diyar kirin ku operasyona dewleta Tirk a sala 2021’an bi ser neket û di sala 2022’an de dixwaze encam bigire lê vîna ji pola ya gerîla weke mertalekî li pêşiya projeya dewleta Tirk e. -
'Li dijî dizî û gendeliyê pêwîstî bi eniyeke gel a berfireh heye'
Aktîvîstê Siyasî Mesud Ebdulxaliq anî ziman ku ji bo çareseriyê divê hikûmet bê guherîn û eniyeke gel a dorfireh ku li dijî diz û gendeliyê têdikoşe, bê avakirin. -
'Gerîlayên Kurd û Ereb bi hev re li dijî dagirkeriyê şer dikin'
Gerîlaya YJA Starê Arîn Demhat destnîşan kir ku gerîlayên Kurd û Ereb li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi hev re şer dikin û got, "Em ê nehêlin ku dewleta Tirk xaka Kurdistanê dagir bike."