KURDISTAN
Nûçeyên Dawî
-
HPG: 34 dagirker hatin cezakirin
HPG’ê diyar kir ku ji bo silavkirina 30’ê Hezîranê Roja Fedaîbûnê gerîlayan gelek taktîk di nava hev de bi kar anîne û 34 dagirker ceza kirin û 9 dagirker jî birîndar kirine. -
Li Geverê piştî operasyonê çûna zozanan hate qedexekirin
Dewleta Tirk operasyona li qada Astenga Reş a Gevera Colemêrgê bi dawî kir û çûna zozanên herêmê pênc rojan qedexe kir. -
Gorên bi komî yên li Şengalê tên vekirin
Dest bi vekirina 6 gorên bi komî yên çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê qetil kirine hat kirin. -
Malbatên girtiyan: Dibe ku sibe dereng be, em bi hêrs in!
Xizmên girtiyan gotin, "Eger tiştek bê kirin, niha divê bê kirin. Dibe ku sibe dereng be. Em bi hêrs in." -
Jina 67 salî ji ber hilgirtina şalekê bi 10 salan hate cezakirin
Jina 67 salî Mencî Osman ji ber hilgirtina şaleke kesk û zor û zer di pîrozbahiya Newrozê de bi 10 salan hate cezakirin. -
YJA Star: Her gerîla mîna Zîlan e
Fermandariya Giştî ya YJA Starê diyar kir ku her fermandar û milîtanên HPG û YJA Starê îro bi rêbaz û pîvanên Zîlan şer dikin û got, "Em ê şerê xwe bigihînin serketinê. Dem dema Zîlanbûnê ye." -
Gerîlayan li Avaşînê kameraya mobesse rûxandin
Kameraya mobesse ya ku artêşa Tirk a dagirker li herêma Werxelê ya Avaşînê bi cih kiribû, ji aliyê gerîlayan ve hate rûxandin. Gerîlayan kêlî bi kêlî çalakiya xwe qeyd kirin. -
Ev şer şerê wan e
Çûyîn kengî jî be timî bêwext e. Li vî warî ne yê diçe, lê çûyîn bi xwe sereke ye. Çûyîn niha deyn e, wezîfe ye, eşq e. Lewma dema ku tu yê diçe bi rê dike, hêviyên xwe yên serketinê hemûyan radestî wê/î dike. -
Li tunelên şer çavkaniya coş û moralê
Du gerîlayên ku bûne tirsa dilê artêşa dagirker. Yek jê BKC'van e, ya din jî sekvan e... Hevkarî û têkiliya xurt a hevrêtiya gerîla di kesayetiya van herdu gerîlayên li Şikefta Birîndara de tê dîtin. -
Di raporên nexweşxaneyê de jî diyar bû êşkence li gundiyan hatiye kirin
Hat diyarkirin ku gundiyên ku di çarçoveya êrîşên leşkerî de yên li ser herêma Astenga Reş a navçeya Geverê hatin destgîrkirin, di dema destgîrkirinê de ji aliyê leşkeran ve rastî êşkenceyê hatine. -
Ayşe Irmak jî hat destgîrkirin
Li Wanê di serdegirtina malan ya di operasyonên bi navenda Edeneyê de hatin pêkanîn Ayşe Irmak hat destgîrkirin, hejmara kesên hatinî destgîrkirin derket 36’an. -
Diyar Xerîb bi merasîmekê hat bîranîn- HAT NÛKIRIN
Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Diyar Xerîb (Helmet) di salvegera 3’an a şehîdbûna xwe de li parka ber derê mala wan, bi merasîmekê hat bibîranîn. -
Gerîlayan li Werxelê lêda: Herî kêm 9 dagirker hatin cezakirin
Hate hînbûn ku di çalakiya tîmên bi tevger a li dijî dagirkerên ku li Werxelê xwestin bi pêş ve biçin de herî kêm 9 dagirker hatin cezakirin. -
Li Mexmûrê ji bo Şehîd Salih Cizîr û Dr. Huseyîn Akdag merasîmek hat lidarxistin
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) şehîdan Salih Cizîr û Dr. Huseyîn Akdag jî ku di dem û cihên cuda de di encama êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibûn, bi meresîmeke girseyî hatin bîranîn. -
Rêxistina HDP’ê ya Amedê banga tevlêbûna Kongreya Mezin kir
Hevseroka HDP’ê ya Amedê Gulistan Atasoy diyar kir ku HDP tekane nûnerê gelê Kurd a berxwedêr e û banga tevlêbûna kongreya ku wê 3’ê Tîrmehê li Enqere pêk were, kir. -
Çalakiyên ji bo silavkirina Roja Fedaîtiyê: 26 dagirker hatin cezakirin
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji bo silavkirina Roja Fedaîtiyê ya 30'ê Hezîranê çalakiyan dewam dikin. Di çalakiyan de 26 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, mobesseyek, konekî leşkerî, çeperek hatin îmhakirin, mobesseyek jî hate desteserkirin. -
Dadgeriya Tirk careke din xwedî li kujerê Sîncar derket
Daxwaza girtina kujer Cîhan Yildiz ê Hîzbûllahî careke din hate redkirin. -
20 gardiyanan 2 saetan êşkence li Zulkuf Kaya kirin
20 gardiyanên li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê bi qasî 2 saetan êşkence li Zulkuf Kaya kirin. -
HPG'ê 2 gerîlayên şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr anî
HPG'ê 2 gerîlayên şehîd bûne bi rêzdarî û minetdarî bi bîr anî û got, "Em soza xwe dubare dikin ku wezîfeya xwe ya şoreşgerî bi cih bînin ku şehîdan radestî me kirine." -
Êrîşa leşkerên Tirk a li hemberî parêzeran hate protestokirin
Baroya Colemêrgê êrîşa ku li Fermandariya Jendirmeyan a Geverê leşkeran biribû ser parêzeran şermezar kir. -
Polîsên Tirk avêtin ser Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê
Di çarçoveya lêpirsînekê de ku li Edeneyê hate destpêkirin, Amedê 3 kes hatin destgîrkirin. Polîsan her wiha avêtin ser Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê. -
'Berxwedan bi tenê têra me nake, armanca me serketin e'
Gerîlaya YJA Starê Delal Amed destnîşan kir, ku berxwedan bi tenê têra wan nake, di heman demê de em dixwazin dijmin bişikînin, têk bibin. -
Li Geverê ketin û derketina gelek gundan hate qedexekirin
Hêzên dewleta Tirk li Gevera Colemêrgê ketin û derketina gelek gundan qedexe kir. -
PAJK: Bi îradeya Zîlan em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin
Koordînasyona PAJK'ê di salvegera 27'an a çalakiya fedaî de Zîlan (Zeynep Kinaci) bi bîr anî û got, "Em bi biryar in ku bi îradeya Zîlan faşîzmê têk bibin û îsal bikin sala misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo." -
Şêniyên Amedê ji ber bihabûna kirê bêzar bûne
Şêniyên Amedê nerazîbûn nîşanî bihabûna kirê dan û gotin, "Di nava vê bihabûnê de jiyan gelekî zehmet e. Em nizanin bê çi bikin."