KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Geverê 3 siyasetmedar hatin binçavkirin
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê tîmên polîsên tevgera taybet serê sibehê avêtin ser malan û 3 siyasetmedar binçav kirin. -
HPG: Heta fîşeka xwe ya dawî bi rengekî fedaî şer kirin
HPG'ê nasnameya şehîdên Botanê eşkere kir û got, "Hevrêyên me bi lehengî şer kirin, fîşeka xwe ya dawî ji xwe re hiştin û ji bo bi saxî nekevin destê dijmin bi fedaîtî şehîd bûn." -
Nobeda li Mexmûrê bi koma 81'ê dewam dike
Çalakiya nobetê ya li Wargeha Mexmûrê ku ji bo şikandina tecrîda girankirî û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, di roja xwe ya 411’an de bi koma 81’an ve bi biryardariyek xûrt didome. -
Kalkan: Di xwîna bi hezaran şervanên azadiyê de tiliya PDK'ê heye
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan got, îstîxbarata êrîşên li Başûr ên li ser şervanên azadiyê bi temamî ji PDK'ê tê û destnîşan kir, di êrîşên 6 salên dawî hemûyan de tiliya PDK'ê heye. -
Şaredariya Şemrexê febrîqeya tekstîlê ava dike
Şaredariya Şemrexê amadekariyên ji bo febrîqeya tekstîlê temam dike ku wê ji 350 kesî re derfetên kar biafirîne. Febrîqe wê ji jin û ciwanan re derfetên nû yên kar peyda bike. -
Cenazeyê şehîd Xebat Cûdî û Serhat Jiyan radestî malbata wan hate kirin
Cenazeyên gerîlayên HPG'ê Xebat Cûdî û Serhat Jiyan Panos ên li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê dihatin ragirtin, piştî testa DNA'yê ji aliyê malbatan ve hatin wergirtin. -
Dewleta Tirk li Sîdekanê ciwanek qetil kir
CPT’yê ragihand ku di bombebarana dewleta Tirk a dagirker de ku piştî nîvro li dijî gundê Mêrge Hewş yê li herêma Sîdekanê pêk anî, ciwanek hatiye qetilkirin. -
Şandeyek ji hikumeta Elmanyayê serdana Şengalê kir
Şandeyek ji hikumeta Elmanyayê serdana Şengalê kir. Şandeyê destnîşan kir ku koçberî ji bo Êzidxanê çareserî nîne û ragihand ku ji bo jinûve avakirina Şengalê wan 15 milyon Euro alîkarî veqetandine. -
Çalakiyên li dijî sererastkirina qanûna rewşa medenî berdewam in
Jinên çalakvan nerazîbûna xwe li hember sererastkirina qanûna rewşa medenî nîşan dan û amaje bi hişyarkirina civakê kirin. -
Cenazeyê gerîla Alî Ahmedpûr radestî malbata wî hate kirin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Alî Ahmedpûr ku li navçeya Elkê ya Şirnexê di şer de şehîd bû, radestî malbata wî hate kirin. -
'Dewleta Tirk a dagirker mêjiyê Kurdan dike armanc'
Li ser qetilkirina rojnamegerên çapemeniya azad nerazîbûn berdewam dikin. Di vê derbarê de, malbatên şehîdan û medyakar dibêjin: “Ev êriş tên wateya têkçûna desthilatdariya Kurdî û dewleta Tirk a dagirker mêjiyê Kurdan dike armanc.” -
Dewleta Tirk herî kêm 24 caran bombe li Başûrê Kurdistanê barand
Endamê Tîmên Avakirina Aştiya Civakî (CPT) Kameran Osman ragihand ku dewleta Tirk a dagirker di saetên şevê de herî kêm 24 caran bombe li xaka Başûrê Kurdistanê barandine. -
HPG'ê bîlançoya şer a meha Tebaxê eşkere kir: 56 dagirker hatin cezakirin
HPG'ê bîlançoya şer a meha Tebaxê eşkere kir. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji hewayî û bejahî ve 152 çalakî kirin. Di çalakiyan de 56 dagirker hatin cezakirin. Gelek alavên leşkerî jî hatin îmhakirin. -
Xiyanet di nav Kurdan de: ji Enkîdû heta Mesûd Barzanî
Enkîduyê Zagrosî xiyanetê li mal, civak û gelê xwe dike û ji bo daxwaz û mebestên xwe, deriyê bihuşta Zagrosê li ber Gilgamêşê dagirker vedike. Ev bûyer di dîrokê de wek yekemîn xiyaneta di nav Kurdan de hatiye tomarkirin. -
'Eger hevkarî nebûya, dewleta Tirk nedikarî van êrîşan pêk bîne'
Şêniyên Mexmûrê êrîşa li ser rojnemevanên jin şermezar kirin û wiha gotin: “Ji ber ku çapemeniya azad rastî û hovîtiya dewletê derdixe ronahiyê, dewleta Tirk jî bêdengkirina wan ji xwe re kiriye armanca sereke.” -
Ayten Dersîm: Em tevgera Rêbertî ne
Endama Koordînasyona PAJK'ê Ayten Dersîm got, "Rêbertî ji bo me hinceta hebûnê ye. Jinan xwe bi felsefeya Rêbertî nas kirin û bi rêxistin kirin. Şoreşa Rojava jî şoreşeke jinê ye ku bi vê felsefeyê pêk hat." -
Dengbêjê çiyê: Îbrahîm Sari
Sala 2009'an ku dewleta Tirk a faşîst êrîşên qirkirina siyasî dikir, Îbrahîm berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê. Êdî malbateke xwe ya mezin hebû û li pêşiya wî jî jiyaneke nû. -
Balafirên şer ên Tirk gundekî Silêmaniyê bombebaran kir
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Kura Kanî yê Silêmamiyê bi dijwarî bombebaran kir. -
Li Mexmûrê ji bo şehîd Tekîn, Orhan û Berwar konê sersaxî hat danîn
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo şehîd Tekîn Goyî, Orhan Bingol û Berwar Dersim konê sersaxiyê hat danîn. -
Vaye çeteyên ku dewleta Tirk şandiye Amediyê!
Çeteyên ku dewleta Tirk ji Sûriyeyê derbasî Başûrê Kurdistanê kir, li gundên herêma Amediyê ya Başûrê Kurdistanê hatin dîtin û dîmenê wan hate kişandin. -
Fermandariya YRK’ê şehîd Simko Serhildan bi bîr anî
Fermandariya YRK’ê şehîd Simko Serhildan ê di 3’yê Îlona 2011’an de li Qendîlê şehîd bû, bi bîr anî. -
Gerîla TV dîmenê çalakiyekê weşand
Gerîla TV dîmenê çalakiyekê weşand ku ji aliyê Yekîneya Şehîd Axîn Mûş ve hate kirin û di encamê de wesayiteke leşkerî ya bi tîpa Toyota hate îmhakirin. -
HPG’ê 2 gerîlayên şehîd bi bîr anî
HPG’ê 2 gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anî û got: “Bûn nûnerê hêrsa bêdawî ya ciwanên Kurd a li hemberî dagirkeran.” -
Fermandar Orhan ê li herî pêş bû
Hevalê Orhan yên ji wan pêşengan bû ku temenê xwe diyarî şoreşê kir. Weke heval, şervan û şopdarên wî erk û wezîfeya me ye ku armancên wî pêk bînin ku mîna dilê dî mezin û pak bûn. -
Li Silopiyayê li dijî şer meş hate lidarxistin: Mûxatab Îmrali ye
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ê di meşa 1’ê Îlonê ya li navçeya Silopiyayê de axivî û got: “Gelê Kurd bi têkoşîna xwe mûxatab û rê nîşan dide. Rêya çareseriyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Mûxatab Îmrali ye.”