Li Colemêrgê terora dewletê ya li dijî govendên Kurdî: Gelek kes hatin binçavkirin

Li bajarê Colemêrgê ê Bakurê Kurdistanê hêzên dewleta Tirk bi ser malan de girtin û muzîkjenên ku strana Kurdî digotin û hin xwediyên dawetan, hatin binçavkirin.

TERORA DEWLETÊ YA LI DIJÎ ÇANDA KURDÎ, DEWAM DIKE

Di demên dawî de li Mêrsîn, Agirî, Sêrt, Êlih û Stenbolê gelek kes ji ber govendên kurdî hatibûn girtin û binçavkirin. Dewleta Tirk îcar jî dest bi serdegirtinan dawetan kir. Polîsên dewleta Tirk li navenda Colemêrgê bi ser sê dawetên li taxên cuda de girtin. Polîsan, bi hinceta “stranên siyasî tên gotin” hunermend, xebatkarên şîrketa produksiyonê yên dîmenên dawetê dikişandin û xwediyên dawetan de jî di nav de gelek kes binçav kirin.

Hat zanîn ku kesên bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” hatin binçavkirin, li Midûriyeta Emniyetê ya Colemêrgê tên ragirtin.