Rojnamevanên Mexmûrî cezakirina Silêman Ehmed şermezar kirin

Rojnamevan û xelkê Mexmûrê cezayê girtîgehê yê 3 salan ê li edîtorê servîsa Erebî ya Rojnewsê Silêman Ehmed hatiye birîn, şermezar kirin. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku PDK û dewleta Tirk rojnamevanên Kurd weke hedef nîşan didin.

Xelk û Rojnamevanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo şermezar kirina vê biryarê li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê daxuyanî dan. Daxuyanî bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên Azadiya Kurdistanê destpêkir. Piştî rêzgirtinê Rojnamevan Jiyan Pîran axivî.

Rojnamevan Jiyan Pîran diyar kir ku ev neh mehin Rojnamevan Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve hatiye girtin û wiha axivî: “Di 29’ê Tîrmehê de cezayê sê salan yê girtîgehê li Silêman Ehmed hatiye birîn, ev ne tiştekî yasayî ye, ji ber ku sûcê wî tenê yek jê bûyîna Kurde û ya din jî rojnamevaniye, ev jî dide diyar kirin ku PDK û dewleta Tirk ya ji bo têkbirina hêza rojnamevanî û rewşenbîriya Kurd di nava êrişekî de ye. Em weke gelê Kurd, weke rewşenbîr û rojnamevanên Kurd divê li himberî vê dagirkeriyê helwestên xwe raber bikin. Ne tenê li ser Herêmên Parastinê yên Medya, di qadên siyasî û civakî de bi hemû awayî êrişî jin, ciwan, zarok, rojnamevan û rewşenbîrên me dikin. Herî dawî jî rojnamevana Rojhilatê Kurdistanê Pexşan Ezîzî jî cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, em weke rojnamevan hemû êrişên li ser rojnamevanan û rewşenbîran tên pêkanîn şermezar dikin. Emê heta dawî li himberî van êrişan rawestin û rastiya heyî ragihîn.”