BI DÎMEN

‘Rewşa îdarî û ewlehiyê ya Kerkûkê ber bi bêîstiqrariyê ve diçe’

Çalakvan û rewşenbîrên Kerkûkê li ser lihevnekirina ji bo avakirina hikûmeta xwecihî hişyariyê dan û gotin,“Berdewambûna vê rewşê di xizmeta neyarên Kerkûkê de ye.”

Li baxçeyê Keleha Kerkûkê gelek mamoste, çalakvan û siyasetmedaran çalakiyek li dar xist.  Beşdarên çalakiyê civîneke çapemeniyê li dar xist û daxwaz kirin ku Kurd yekgirtî bin û hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê ji vê krîza siyasî û hiqûqî ku ketiyê, derxin. Her wiha rexne li serkeftiyên hilbijartina Encumena Parêzgeha Kerkûkê kirin ku berjewendiyên hizbî di ser berjewendiyên gel re digirin û li ser avakirina hikûmeta xwecihî ya bajêr li hev nakin. 

‘ALIYÊN SIYASÎ BERJEWENDIYÊN GEL LI BER ÇAVAN NAGIRIN’  

Çalakvan û mamoste Mihemed Celîl di civîna çapemeniyê de ji bo dezgehên ragihandinê daxuyaniyek xwend û wiha got: “Tevî hebûna fikaran ji ber parçebûn û jihevketina Kurdan bi giştî û nakokiyên siyasî û bûyerên 16’ê Cotmehê û tinebûna lîsteyeke yekgirtî, gelê Kerkûkê bi dilekî tijî hêvî û bi hêviya guherînê beşdarî hilbijartina Encumena Parêzgeha Kerkûkê bûn. Lê mixabin, ji wê demê ve ku nêzî heft meh û nîv derbas bûne, heta niha bi gotineke hevpar gotûbêj bi aliyên serkeftî yên din ên pêkhateyan re nehatiye kirin, rêz li dengê xelkê nehatiye girtin û berjewendiyên xelkê Kerkûkê li ber çavan nehatiye girtin.” 

‘REWŞA ÎDARÎ Û EWLEHIYA BAJÊR BER BI BÊÎSTIQRARIYÊ VE DIÇE’  

Her wiha Mihemed Celîl wiha berdewam kir: “Ji ber helwesta aliyên Kurdî encama xebateke demokratîk a gel dernakeve holê û siberoja Kerkûkê ber bi tuneleke tarî û nediyar dibin. Ji ber van sedeman, rewşa îdarî û ewlehiyê ya bajêr ber bi bêîstiqrariyê ve diçe, heta wê astê ku teqe li navend û malên berpirsên Kurd tên kirin. Divê bê gotin ku bi dirêjahiya dîrokê Kurd li vî bajarî hatine çewisandin, niha çênabe ku Kurd bi xwe beşdarî çewisandin û bêparkirina Kurdan bibin. Em komek çalakvanên sivîl, nivîskar û rewşenbîrên Kerkûkê, ji ber dilsozî û xemxwariya xwe, daxwazê dikin ku bi zûtirîn dem û bi lez û bê derengxistin nakokiyên siyasî bên çareserkirin û dirûşmeya 'Kerkûk Quds û dilê Kurdistanê ye' bikin pratîkê. Dev ji reşkirinê berdin ji bo gelê mezlûm ê Kerkûk û herêmên veqetandî.” 

‘BERDEWAMBÛNA VÊ REWŞÊ XIZMETÊ JI NEYARÊN GELÊ KERKÛKÊ RE DIKE’  

Di dawiya daxuyaniyê de Mihemed Celîl ji dezgehên ragihandinê re wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Berpirsiyariya mezin a vê rewşê bi pileya yekem dikeve ser milê aliyên serkeftî yên hilbijartinê (YNK û PDK). Divê ew vê rastiyê fam bikin, xwe berpirsiyar bizanin û hewl bidin çareseriyê bibînin. Ji ber ku piştî demeke din hilbijartina parlamentoya Iraqê dê bê kirin, wê demê dê çawa û bi çi rûyî daxwazê ji gelê Kerkûkê bikin ku dengê xwe bidin wan? Divê em hemû fam bikin ku gel pir bi fikar e, çênabe ku êdî ev rewş zêdetir bê domandin, ji ber ku berdewambûna vê rewşê di xizmeta neyarên gelê Kerkûkê de ye û li dijî aştî û pêkvejiyîna biratiya hemû pêkhateyên Kerkûkê ye. Di dawiyê de em daxwaz dikin ku ji vê zêdetir gel bêhêvî neyê kirin, ji ber ku dîrok tu kesî naborîne.”

Endamê Rêveberiya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê Newzad Bekir ku beşdarî civînê bûbû, têkildarî rewşa Kerkûkê û fikarên gel ji ANF’yê re axivî û got: “Îro em wek Encumenên Kerkûkê ya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê, beşdarî vê çalakiya nerazîbûnê bûn. Mixabin rewşa siyasî ya Kurdistanê ketiye nav krîzeke siyasî û hiqûqî, sedema vê jî berjewendiyên hizbî ye. Aliyên siyasî ji ber destkeftiyên hizbî ji prensîba yekîtiya neteweyî û ewlehiya niştimanî dûr bûne. Nerazîbûna me di vê çarçoveyê de ye ku aliyên siyasî nekarîne berjewendiyên hizbî bidin aliyekî ji bo hebûna dîskurseke neteweyî ya hevpar. Em jî wek Tevgera Azadiyê baş dibînin ku hemû partiyên Kurdistanî yên bajêr yekgirtî bin ji bo xizmetkirina berjewendiyên hemwelatiyên bajêr bixebitin.”