'Ya ku nikarin xwe lê rabigirin ev coş û berxwedan e'

Cemîle Tûrhalli Balsak anî ziman ku desthilatdarî dijminatiyê li nasnameya Kurd dike û got, "Govenda Kurdan bi gotinên hişê xwe yê berxwedanê vediguhere coş û kelecanê. Ya ku nikarin xwe lê rabigirin ev coş û berxwedan e."

Ji ber ku li ber stranên Kurdî govend gerandin heta niha 12 kes hatin girtin. 27'ê Tîrmehê li Stenbolê di serdegirtina malan de 19 kes, bi hinceta ku di demên cuda de li ber stranên Kurdî di dawetan de govend gerandine hatin binçavkirin. 7 ji wan hatin berdan, 12 jê hatin girtin.

Yên têne girtin destpêkê di medya dîjîtal de hedef têne nîşandan, piştre agahiyên wan têne parvekirin û bi vî rengî têne girtin. Ev yek jî tabloyeke rêxistinkirî radixe pêş çavan.

Hevberdevka Komîsyona Çand û Ziman a DEM Partiyê parêzer Cemîl Tûrhalli Balsak li ser mijarê ji ANF'ê re axivî.

HÊZÊ JI DESTHILATDARIYÊ WERDIGIRIN

Cemîle Tûrhalli Balsak anî ziman ku her kesên xwe di nava nasnameya Tirk û Sûnî de nabînin di çarçoveya tevdanên desthilatdariyê de dibin hedefa êrişan û got, "Li dijî gelên li Tirkiyeyê cihêkarî û înkareke hişk heye. Em vê yekê di nava van çend rojên dawî de jî dibînin. Li dijî her bawerî û koma etnîkî yên ku xwe di nava nasnameya Tirk û Sûnî de nabînin êrişên cidî têne kirin. Ji êrişên girseyî yên li Mereş û Çorûmê heta niha, li hemberî hêzên ku mafên kolektîf ên Kurdan vediguherînin têkoşîneke kolektîf bi her awayî êriş têne kirin. Ji bombekirina cih û warên mirovan heta bi kuştina bêdaraz a li naverastê.

Desthilatdariya ku girtîgehan weke amûreke ji gefxwarinê bi kar tîne, îro jî li naverastê û li nexweşxaneyan êrişî mirovên bi Kurdî diaxivin dike. Ev civak vê hêzê ji ku werdigire? Ji zimanê êrişkar û nijadperest ê desthilatdariyê werdigire ku Kurdan weke hedef nîşan dide.

Dewleta ku divê hesabê bi dehan komkujî û binpêkirinên giran ên mafên mirovan ên li dijî Kurdan bide, êrişa li dijî Kurdan ji xwe re weke karîgeriyekê dibîne, vediguherîne nîşandana hêzê. Bêguman nêzîkatiya desthitadariya heyî xwe bi dadgeriyê hîn bi şênberî nîşan dide. Li Tirkiyeyê dadgerî ti carî nebû alîgirê mezlûman. Biryarên siyasetê bi cih anî."

DI STRANÊN ME DE BERXWEDAN HEYE

Cemîle Tûrhalli Balsak diyar kir ku di stranên Kurdan de govend, di coşa wan de jî şopa berxwedanê heye û destnîşan kir ku sedema xweranegirtinê jî ev e. Balsak got, "Em vê yekê qebûl bikin; Kurd nikarin ji mafên welatîbûna bingehîn a vî welatî sûdê werbigirin. Zimanê wan qedexe ye, çanda wan qedexe ye, mafê wan ê hilbijartinê nîne, govenda wan jî qedexe ye. Ji ber ku ev hemû parçeyek ji nasnameya kolektîf a neteweyekê ye ku bi rengekî ji xwe bawer dibêje 'Ez li vir im'. Stranên neteweyeke bindest êşa wan, gotina wan, dîrok û hêza berxwedana wan nîşan dide.

Govendên me di nava bi hezaran salan de coşa berxwedanê ya dîrokî di nava xwe de hildigire, bi gotinên berxwedanê her kesî vedixwîne serhildanê. Di vir de bêguman li hemberî govendeke klasîk êriş nîne. Li hemberî gotinên bexwedanê yên govendê xweranegirtinek heye. Govendê çiqasî coş da mirovan, ewqasî bi wate ye. Govenda Kurdan bi gotinên xwe yê hişê berxwedanê vediguhere coş û kelecanê. Ya ku nikarin xwe lê rabigirin jî ev coş, kelecan û berxwedan e. Ji ber ku eger hûn ji wan bipirsin axaftina we ya bi zimanê xwe pirsgirêk nîne, ya pirsgirêk ew e ku hûn li ser çi diaxivin. Yanî desthilatdarî dixwaze biryarê li ser wê yekê bide ku hûn ê çawa bifikirin. Halbûkî hûn bi helweta xwe nîşan didin ku weke desthilatdariyê nafikirin."

MEDYA DÎJÎTAL JI KOLANAN HÎN BI XETERE YE

Hevberdevka Komîsyona Çand û Ziman a DEM Partiyê parêzer Cemîle Tûrhalli Balsak ragihand ku medya dîjîtal ketiye rewşeke welê ku êdî ji kolanan jî xetere ye, desthilatdarî dema ku nikare kolnana kontrol bike ji vê derê hewl dide hedef nîşan bide. Cemîle Tûrhalli Balsak got, "Hedefnîşandana ciwanan êrişek li ser Kurdên berxwedêr û govenda wan e. Her wiha bi tirsandina civakê êrişî govenda me dikin. Medya dîjîtal êdî ji kolanan bêhtir bi bandor bûye. Desthilatdariya ku nikare vê qadê kontrol bike hedef nîşan dide, êriş dike û bi girtinê hewl dide çareseriyê peyda bike. Sedema girtina ciwanan jî dibe propagandaya rêxistinê ku ev jî tê wateya cezayê herî kêm salekê yê girtinê. Ji ber ku girtina ji ber propagandayê gelekî îstîsnaî ye. Girtina hemû ciwanên ku hedef têne nîşandan, guhdarîkirina stranên 'olurum Turkiyem' a di otobusan de nîşan dide ku ev yek bi rengekî plankirî tê kirin. Wezîrê Edaletê bi xwe ji hedefnîşandanê gelekî kêfxweş e, ji xwe ew jî di nava vê koroyê de ye."

SIYASET VEGUHERÎ DADGERIYÊ, DADGERÎ JÎ BIRYARAN RADIGIHÎNE

Parêzer Cemîle Tûrhalli Balsak destnîşan kir ku hinceta girtina dawî ji aliyê hiqûqî ve bêbingeh e û got, "Gotina 'Bijî Serok Apo' hem bi biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hem jî bi biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Bilind sûc nayê dîtin. Dozgerê ku daxwaza girtinê dike jî bi van biryarên dadgeriyê zane. Pirsgirêk ew e ku ev biryar ji aliyê wan ve nayê dayin. Daxwaza bingehîn a kadroyên MHP'yî yên li nava dadgerî û burokrasiyê bi cih bûye, feraseta 'Em ê kevir li ser kevir, serî li ser beden nehêlin' e. Berevajî biryarên dadgeriyê, daxwaz û armancên xwe yên siyasî vediguherînin ên dadgeriyê. Siyaset veguherî dadgeriyê, dadgerî jî biryaran radigihîne. Eger doz bêne destpêkirin jî em ê bibînin ku wê bi biryarên beraatê bi encam bibin. Eger biryarên cezakirinê bêne dayin jî em ê matmayî nemînin ji ber ku feraseteke siyasî ya ku dibêje 'dadgerî em e' dikare xwe ferz bike.

Li dewletên totalîter ên mîna Tirkiyeyê nêzîkatiyên du alî yên dewletê li hemberî nasnameyên cuda hene. Ya yekemîn, dewlet li gorî ti pîvanên xwe yên hiqûqî tevnagere e. Ya duyemîn jî dewlet cihêkariyê dike. Li welatekî ku zimanê Kurdî hatiye qedexekirin, gerandina govenda Kurdî sûc e, lixwekirina kincê ji nasnameya folklorîk qedexe ye. Ev yek mafekî bingehîn e lê belê hemû jî weke terorîzmê sûc têne nîşandan.

Desthilatdarî bi rengekî şeklî xwe weke dijberê axaftina bi Kurdî û kincê gelêrî nîşan nede jî dijminatiyê li ve nasname û çandê dike. Ji ber ku hebûna vê çandê ji xwe weke gefekê dibîne. Dewamiya çand û nasnameyekê tenê bi naverok û nîşaneya xwe ya polîtîk dikare pêk were. Hûn bi gotinên berxwedanê û polîtîk ên xurt dikarin hebûna çand, nasname û zimanê xwe yê qedexekirî misoger bikin. Govenda Kurdî jî niha gotin û sembola vê nasnameya berxwedanê ye. Em bi xurtkirina gotinê dikarin hebûna ziman û çanda xwe misoger bikin."