DEM Partiyê li Êlihê li ser dîwarê walitiyê nivîsa ‘Pêşî Kurdî’ nivîsand

Parlamentera DEM Partiyê Zeynep Odûncû li dijî jêbirina nivîsên hişyariyê yên li ser derbasbûna peyayan ên bi Kurdî, li ser dîwarê walitiya Êlihê nivîsa; ‘’Pêşî Kurdî, Pêşî Ziman’’ nivîsand.

Parlamentera Êlihê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî)  Zeynep Odûncû li hemberî jêbirina nivîsên ‘’Pêşî Peya’’  bi nîvîsandina nivîsên bi Kurdî bersiv da.

Zeynep Odûncû li ser dîwarê walitiyê bi boyaxa sprey nivîsa; ‘’Pêşî Kurdî, Pêşî Ziman’’ nivîsand.

Zeynep Odûncû li hemberî jêbirina nivîsên bi Kurdî bi van gotinan nerazîbûnên xwe nîşan da: ‘’Ziman û çanda me bi êrîşan re rû bi rû ye. Zimanê me Kurdî ye, em Kurd in û em ê hemû gavan xwedî li ziman û çanda xwe derkevin. Hûn nikarin çand û zimanê me tune bikin.’’