Şandeya TJA û DEM Partiyê bi Şanaz Îbrahîm re hevdîtin kir

TJA, DEM Partî û HDP’iyên ku li Başûrê Kurdistanê gelek hevdîtin pêk anîn, serdana Endama Dîwana Serokatiya YNK’ê Şanaz Îbrahîm kirin.

Serdanên şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) ku Parlamentera Şirnexê Newroz Uysal, Parlamentera Wanê Gulcan Kaçmaz û Parlamentera berê û Endama TJA’yê Ayşe Acar Başaran jî di nav de ye ji bo Başûrê Kurdistanê berdewame.

Di vê çarçoveyê de şande îro piştî serdana Yekîtiya Jinên Kurdistanê, li Silêmaniyê çû serdana endama Mekteb Siyasî ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm.

Derbarê civîna bi Şanaz Îbrahîm re agahî nehatin standin.

Li gorî agahiyan wê serdanên şandeyê dewam bikin.