BI DÎMEN

‘Partiyeke siyasî ya Başûrê Kurdistanê bûye hevkarê Tirkiyeyê’

Nivîskar têkildarî vê dagirkeriya dewleta Tirk helwest û nerazîbûna xwe nîşan didin û dibêjin: “Partiyeke siyasî li Başûrê Kurdistanê heye ku di gel bêdengî û bêhelwestiya xwe, her wiha bûye hevkarê dewleta Tirk a dagirker.”

Êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk dagirker a li ser axa Başûrê Kurdistanê bi hevkariya PDK’ê berdewam e, ev yek jî bûye sedema nerazîbûna gel. Nivîskar Perwîz Huma û Hawkar Nesredîn der barê êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk de ji ANF’ê re axivîn.

'TIRKIYE BI ALIYEK SIYASÎ YÊ HERÊMA KURDISTANÊ RE LIHEVKIRINEK ÇÊKIRIYE’

Perwîz Huma diyar kir ku ev dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker ne nû ye û ji aliyê leşkerî ve jî têk çûye û got: “Aliyekî siyasî li Herêma Kurdistanê bi Tirkiyeyê re lihevkirinek çêkiriye, em dixwazin ew lihevkirina ku bi dagirkeran re hatiye çêkirin, ji raya giştî re were eşkerekirin da ku em bizanin çi sûdek ji bo Herêma Kurdistanê heye. Ev yek pirsnîşan e li ser wî aliyê siyasî yê ku li Herêma Kurdistanê ye û bûye hevkarê artêşa Tirkiyeyê. Ev jî bûye sedem ku gundî gundên xwe vala bikin. Valakirin a navçeyên Herêma Kurdistanê û gundan û hatina ber bi bajaran tê wateya biçûkbûna erdnîgariya Kurdistanê û berffirehbûna desthilata dagirker. Tirkiye dixwaze xîlafeta Osmanî vejîne û ev armanca Tirkiyeyê ji bo gel û rewşenbîr û nivîskaran cihê nerazîbûnê ye.”

Perwîz Huma di dawiya axaftina xwe de da xuyakirin ku divê rewşenbîr û nivîskar zextê li wî aliyê siyasî bikin û wiha domand: “Madem aliyekî siyasî yê Herêma Kurdistanê dixwaze lihevkirinekê çêke, bila bi Rojavayê Kurdistanê û bi aliyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê re lihevkirinekê çêke ku encameke mezin û berjewendiyeke gelek baş dê ji bo Herêma Kurdistanê û her çar parçeyên Kurdistanê bi xwe re bîne, ji ber ku ew siyaseteke aqilane dimeşînin.”

'DEWLETA TIRK ÇEKÊN QEDEXEKIRÎ LI DIJÎ KURDAN BI KAR TÎNE’

Hawkar Nesredîn da zanîn ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekem xîlafeta Osmanî hildiweşe û komek dewlet têne avakirin ku yek ji wan dewletan Tirkiyeya nû ye û wiha got: “Ev dewlet jî wekî xîlafeta Osmanî dagirker e û hewl daye kêmnetewe û pêkhateyên din ji holê rake, yek ji wan neteweyên ku bi dirêjahiya dîrokê ji aliyê dagirkeran ve hatiye çewisandin neteweya Kurd e û li ser çar parçeyan hatiye dabeşkirin û yek ji wan jî Tirkiye ye. Dewleta Tirk tu carî rêz li çand û zimanê Kurd negirtiye û bi dirêjahiya dîrokê Kurd çewisandine. Eger em li desthilata dewleta Tirk binêrin, ne tenê li hundirê Tirkiyeyê çewisandin heye, li her derê ew li dijî Kurdan e, eger em bala xwe bidin, dewleta Tirkiyeyê bi hemû hêza xwe û bi çekên qedexekirî êrîşî ser Kurdên Sûriyeyê kir. Her wiha çekên qedexekirî li Qendîlê bi kar anîn.”

Hawkar Nesredîn di dawiya axaftina xwe de peyamek ji nivîskar û rewşenbîran re şand ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker rawestin û got: “Hin partiyên siyasî ne tenê bêdeng in, her wiha bûne hevkarên dewleta Tirk a dagirker. Dewleta Tirk ne tenê li dijî mirov e, her wiha li dijî jîngeh û jiyanê ye jî. Erka me hemûyan e ku em li hember vî karê qirêj ê dewleta Tirk a dagirker a xwedî helwest bin.”