Ciwanên Êzîdxanê meşeke meşaleyî lidar xistin

Bi boneya 10’emîn salvegera fermanê, ciwanên Êzîdxanê meşeke meşaleyî lidar xistin.

CIWANÊN ÊZÎDXANÊ MEŞIYAN

Yekitiya ciwanên Êzîdxanê û yekitiya jinên ciwanên Êzîdxanê bi boneya salvgera 10’emîn a fermanê meşeke meşaleyî lidar xistin û cangoriyên fermanê bi bîr anîn.

Meş ji gundê Kolka yê çiyayê Serdeşt ê Şengalê heta bi şehîdgeha Şehîd Berxweddan û Dilgeş dewam kir. Meşvanan serdana gorên şehîdên ku di fermana 3’yê Tebaxa sala 2014’an de canê xwe ji bo Şengalê feda kiribûn, kirin.

Di meşê de dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî berxwedana Şengalê” û “Bimire xiyanet” hatin berzkirin.

Her wiha posterên fermandar û şervanên azadiyê yên ku ji bo civaka Êzidî canê xwe feda kirin û şehîd bûn, hatin hildan.

Daxuyanî ji aliyê endamê yekitiya ciwanên Êzîdxanê Sebah Şengalî ve hate dayîn.

Daxuyanî wiha ye:

“Em wek ciwanên Êzidî gihiştina wê zanebûnê ku kê  xiyanet li me kiriye û bûye sedema Fermanê. Li ser esasê tolhildana Fermanê me rêya Şehîd Zerdeşt û Mam Zekiyan hilbijartiye û em ê vê rêyê dewam bikin. Bi vê têkoşîna xwe ya ji bo tolhildana fermanê, em serbilindin. Êdî Şengal bûye xwedî hêz û îrade, wê carekî din tu dijminek nikaribe desthiladariya xwe ferz bike ji ber ku Şengal xwedî hêz û îrade ye.”
         

        

‘BI SAYA FIKRÊN RÊBER APO PÊŞÎ LI FELAKETÊ HATE GIRTIN’

Di dewama daxuyaniya ciwanan de ev tişt jî hate gotin: “Me wek gelê Êzidî bi naskirina fikrê Rêber Apo re hêza xwe dît û li ser esasê xwe rêxistinkirinê me xwe perwerde kir. Bi fikrê rêber Apo me kariye xwe liber hemû êrîşan bigrin û bersiva dijmin bidin. Em dizanin ku ji dervey Şengalê em ê nikaribin liser bîr û baweriya xwe jiyan bikin. Hebûna me û nebûna me li ser vê axê ye, axa ku bi ked û xwîna şehîdan hatiye parastin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî berxwedana Şengalê” û “Bimire xiyanet” bi dawî bû

Ciwanên ku beşdarî meşê bûn, bang li ciwanên azadîxwaz kirin ku bi hevre li dijî her cure êrişan li ber xwe bidin û têbikoşin.