HEVPEYVÎN

Fermandarê HPG’ê: Barzanî wê hesabê bidin

Fermandarê HPG'ê Piling Zerduşt got, "Malbata Barzanî ji bo her dema ku bûne sedema windakirina gelê me, di pozisyona hesab dayînê de ne û berpirsyar in. Gunehên wan gelek in û gelê me jî êdî ne mecbûre van gunehan hilgire.”

FERMANDARÊ HPG'Ê AXIVÎ

Şerê dagirkerî û îlhaqê ku artêşa Tirk tevî çeteyên ku ji herêmên şer ên li Rojhilata Navîn berhev kiriye û li dijî Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin, di sê mehên dawî de gelek dijwar bûye. Di vê êrîşê de ku bi hevkariya PDK'ê ya di bin kontrola Barzaniyan de tê meşandin, statuya ku gelê Başûrê Kurdistanê di encama bi dayina bi deh hezaran şehîdan û dayina berdêlên mezin hatine bidestxistin, ji ber xiyaneta Barzaniyan di rîskê de ye. Bi taybetî li Behdînanê, endamên MÎT’ê li hemû sazî û avahiyên herêmên Federe yên Kurdistanê bicihbûne, ev herêm bi awayekî fîîlî ketiye bin kontrola dewleta Tirk. Yek ji fermandarên Hêzên Parastina Gel (HPG) Piling Zerduşt, li ser plana veşartî ya îxanetê ya li dijî gelê Kurd û pêşketinên dawî yên li herêmê ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka re axivî.

Piling Zerdeşt, da zanîn ku dewleta Tirk ji bo ji krîza sîstematîk a ji aliyê hêzên hegemonîk ên gerdûnî tên jiyîn rizgar bibe, di mûdaxeleya li Rojhilata Navîn de bi rola taşeroniyê ya aktîf radibe û wiha got, “Armanca wan a stratejîk jî dagirkirina Kurdistanê, îlhaqkirina wê û ji bo qirkirina Kurdan temam bike şer gur dike. Van polîtîkayan bi giranî li ser bingeha mûdaxeleyên hêzên hegemonîk ên gerdûnî yên li herêmê pêk tîne. Li herêmê krîz û şer çiqas kûr bibe, polîtîkayên qirkirinê jî ewqasî bi pêş dikeve. Ji ber vê avaniya çeteyên paramîlîter ava dikin û her tim bi gurkirina pevçûn û kaosê belavî her derî dikin. Ji ber vê divê siyaset û têkoşîna ku li dijî vê bê meşandin û pêşxistin gerdûnî be û hemû herêmê bigire nava xwe.”

Zerduşt destnîşan kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirkerî û îlhaqkirinê yên li dijî Başûrê Kurdistanê bêyî erêkirina Emerîka û hevalbendên wî ne pêkane ku bê meşandin û wiha domand, “Di bin çavdêriya wan de pêk tê. Di encamê de artêşa dewleta Tirk, artêşeke NATO’yê ye. PDK jî tevgera dagirkeriyê erê dike, rewa dike û cesaret dide dagirkeran. Êrîşên li dijî Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê jî di vê çarçoveyê de pêk tên. Leşkerên Tirk li dora hin bajaran bendên kontrola nasnameyan danîne, bi taybetî li herêma Behdînanê li hemû avanî û saziyan xwe bicih kirine. Kesê ku nekeve xizmeta wan, tasfiye dike. Gotina, ‘Ez tenê li dijî PKK’ê şer dikim’ dereweke mezin û xwe xapandine. Ji bo ku Kurdistanê bi awayekî mayînde dagir û îlhaq bike bi hemû hêza xwe seferber bûye. Divê bi taybetî gelê me yê li Başûr vê rastiyê bibîne û li gorî wê helwest nîşan bide. Li dijî van êrîşan, pêwîstî bi mûdaxeleyeke bi bandor a ji eniyeke berfireh heye.”

Zerduşt, anî ziman ku ji ber yekbûna dewleta Iraqê nîne û di nava xwe de parçe bûye nikare polîtîkayek rast pêş bixe û got, “Heta astekê dewleta Iraqê destûr dide van êrîşan. PDK jixwe di her astê de hevkariyê dike. Ji bo ku amadekariya gerîla li dijî êrîşên dagirkeriyê vala derkeve her tişt kir. Maskeyên li dijî gazên kîmyewî desteser kirin. Ji bo hemû êrîşên dewleta Tirk balafirên bêmirov jî di nav de cihê xwe di koordînekirinê de girtin. PDK’ê her dema ku derfet dibîne êrîşê Tevgera Azadiya Kurdistanê dike. Hin dem bi çek, hin dem bi siyaset û hin dem jî bi dîplomasiyê vê yekê kiriye.

Rêber Apo û Tevgera PKK'ê ji bo ku PDK’ê ji vê xeta hevkar û xayîn rizgar bibe, pir xebitîn. Wê demê şert û mercên herêmê û navneteweyî ji bo vê yekê guncav bû. Lê PDK’ê berjewendiyên şexsî da pêşiya berjewendiyên neteweyî. Bi salan e li ser destketiyên ku di encama têkoşîna PKK'ê de derketin holê, xwe didin jiyîn. PDK bi taybetî jî malbata Barzanî, di her wateyê de ji bo her dema ku bûne sedema windakirina gelê me, di pozisyona hesab dayînê de ne û berpirsyar in. Gunehên wan gelek in û gelê me jî êdî ne mecbûre van gunehan hilgire.”

Fermandarê HPG’ê Piling Zerdeşt, diyar kir ku gelê Kurd li dijî êrîşan li her derê li ber xwe didin û wiha axivî, “Hewce dike ku ev têkoşîn bê berfirehkirin. Ji ber ku êrîşa niha li Kurdistanê pêk tê ne tenê siberoja gelê Kurd, di heman demê de wê siberoja tevahiya gelên li herêmê diyar bike. Di vê wateyê de her kes xwedî erkên dîrokî û berpirsyariyeke mezin e. Bi taybetî xebat, çalakî û mitîngên ku gelê me yê li Ewropa ji bo azadiya Rêber Apo û welêt pêk tînin, girîng in. Her wiha di astekê de rê li ber pêşketinan vekir. Gelê me û dostên me yên li Ewropayê xwe di aliyê polîtîka de pêş xistine. Xwedî wê derfetê ne ku li cîhanê xwe bigihînin her kesî. Raman û felsefeya Rêber Apo gihandina mirovahiyê girîng e. Di pêvajoyên pêşiya me de, baweriya me heye ku ev xebat hîn bêhtir berfirehtir bibin.

Em weke Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, ji bo bi layiqî bersivê bidin berpirsyartiyên xwe yên şoreşgerî yên serdemê û ji bo ku em bendewariyên Rêbertiya xwe, şehîdên xwe, hevrêyên xwe yên li zindanê dîlgirtîne û gelê xwe bi cih bînin em ê bi xurtî bixebitin. Em ê bicihanîna erkên xwe yên Şerê Gel ê Şoreşgerî esas bigirin. Li ser vê bingehê û bi vê hişmendiyê em hemû gelê xwe û hevrêyên xwe yên li her qada têkoşînê hewl didin erka xwe  pêk bînin bi rêzdarî silav dikin û serketinê ji wan re dixwazin.”