Li ser xeta Bêrîtan pêşerojeke azad diafirînin

Bêrîtan Şemsê ku piştî tevlî Tevgera Azadiyê bû navê yek ji fermandarên pêşeng ên PKK’ê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) li xwe kir, hem di jiyana gerîla de, hem jî di qadên şer de bi giraniya navê xwe helwesteke bibiryar raber kir û têkoşiya.

Dema ku careke ketin rêya heqîqetê, berdêla wê çi dibe bila bibe ji bo wan êdî vegera vê rêyê tine ye. Ji gavên ewil dizanin ku barê şoreşê çiqas giran e. Li kêleka vê dizanin ku ev rê çiqas rêyeke bi rûmet e.

Hin caran tarîtiya şevê bi ronahiya dilê xwe ronî dikin û pêşve diçin, hin caran jî bi pariya nanê di çanteyên xwe de û di mejiya xwe de bi pêşeroja azad diçin qada şer. Ew zarokên herî bi îrade û bijartî yên Kurdistanê bûn.

Ji ber vê ew ciwan xwedî li doza azadiyê derketin, ji bo pêşerojeke azad giyanê xwe feda kirin. Ji bo xwe bigihînin vê armancê hedefên wan ên mezin hebûn. Navê Bêrîtan li xwe kirin, bi giraniya navê xwe têkoşiyan, jiyan kirin û di her gava xwe de bedewiyê afirandin. Yek jî fedayiyên ku vê jiyana azad afirandin, Bêrîtan Şemsê (Zeynep Yakut) e.

Li Kurdistanê girîngiya her bajarekî cuda heye. Di rûpelên dîrokê de her yek ji wan bi qehremanên xwe hatine nîşanekirin. Bajarê qedîm Êlîh jî bi saya qehremanên mîna Egîd û peyrewên wî bûye nîşaneyek. Zeynep Yakut, di sala 1992’an de li bajarê Egîdan çavê xwe li jiyanê vekir. Li nava malbateke welatparêz mezin bû ku ji bo doza azadiyê dixebite û berdêl dide. Ji ber vê yekê kesayeta wê bi çanda Kurd şêwe digire. Dûrî jiyana bajêr û bi çanda xwe li gund mezin bûyîn we dike mirovekî paq û esîl. Ji ber vê yekê bêhna Zeynep li bajêr û dibîstanên pergalê teng dibe ku zarokên Kurd lê tên asîmîlekirin. Bi demê re rastiya dijmin dibîne. Şahidê qirkirina gel, çand û zimanê xwe dibe. Ev şahidî dibe parçeyek ji dilê wê û bi vê êşê re dijî. Ji ber ku di hawîrdoreke welatparêz de mezin dibe, di temenê zarokatiyê de tevgera PKK’ê û Rêber Apo nas dike. Dema ku gerîla tê gundê wan, hevrêtiya di navbera wan de û nêzîkbûna wan a ji civakê re dibîne.

Ji bo Zeynep êdî dema biryardayînê tê. Yan ew ê heta mirinê bi êşa di dilê xwe de bijî, yan jî wê tevlî artêşa Egîdan bibe û bibe dermana êşa gelê xwe. Ew rêya bi rûmet hildibijêre û di sala 2014’an de tevlî Tevgera Azadiyê dibe. Ji bo azadiya gel û welatê xwe dest bi vê meşê kir, dixwest bibe pêşengê têkoşîna azadiyê. Ji ber vê navê yek ji pêşengên PKK’ê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) li xwe dike. Bi vî rengî dibe şopdarê xeta Bêrîtan û bi giraniya navê xwe dest bi têkoşîna xwe dike. Bêrîtan di axaftina xwe ya der barê navê xwe de wiha dibêje, “Girtina navê Bêrîtan ji bo min gelek tişt îfade dikin, nirx û wateya wê pir mezin e. Ji ber vê dixwazim her tim giraniya navê xwe hilgirim û bibim şervanê fermandar Bêrîtan.” Şehîd Bêrîtan ku hem di jiiyana gerîla de, hem jî di qadên gerîla de bi giraniya navê xwe helwesteke bibiryar raber dike, li Heftanîn, Avaşîn, Metîna û herî dawî li Zapê di pratîkên zehmet de cih digire.

LI DIJÎ ÊRÎŞÊN HOV ÊN DIJMIN BI XURTTIR TÊKOŞIYA

Êvîndarê welatê xwe Bêrîtan, li her qada lê dimîne erkên girîng digire. Bi têkoşîn, fedakarî û çalakiyên xwe ve pêşengiyê ji hevrêyên xwe re dike. Şahidê her curê êrîşên dijmin ên xwînrêj û şehadetên hevrêyên xwe dibe. Her ku şahidî ji van re dike, soza xwe ya tolhildanê dubare dike û hêrsa wê ya li dijî hovîtiyên leşkerên Tirk zêdetir dibe. Dilê wê weke volkanekî ji teqînê re amade ye. Bêrîtan li ser têgihiştin û heqîqeta azadiyê ya Rêber Apo lêhûrbûn bibû. Lewma êrîşên hov ên dewleta Tirk a dagirker nikaribûn wê birawestînin, berovajî xurttir û bi îrade tevlî têkoşînê dibe. Bêrîtan piştî gelek pratîkên pir zehmet, tevlî perwerdeya Akademiya Jina Azad a Şehîd Bêrîtan dibe. Di pêvajoya perwerdeyê de giraniya navê xwe careke din ji kûr ve fêm dike.

Şehîd Bêrîtan bi perwerdeyên digire, ji bo bibe xwedî kesayet, helwest û pratîkeke bi erka pêşengiyê kedeke mezin dide. Roj bi roj li ser felsefeya Rêber Apo û xeta jina azad kûrtir dibe. Dizanîbû ku ji bo bersivê bide pêvajoya heyî divê ji her milî ve xwe xurt bike. Hevrê Bêrîtan giraniya pêvajoyê ji kûr ve hîs dike û dijî. Şehîd Bêrîtan ku piştî perwerdeyê xwest zû tevlî pratîka şer bibe, bi taybet derbasî herêma Şehîd Delîl Zagros dibe ku êrîşên dijmin lê zêde ne. Dilê wê li dijî dijmin tijî hêrs, nefret û tolhildan bû. Di mejiyê wê de tenê yek tişt, yek hedef hebû, ew jî serkeftin bû. Bêrîtan ku di gelek çalakiyan de cih girt, weke bahozê bi ser dijminê dagirker ve diçe.

Gerîla Bêrîtan ku bêyî dudilî li dijî dagirkeran bibiryar û îrade şer kir, di gelek çalakiyên serketî de cih girt. Ev berxwedana wê ji bo hevrêyên wê yên di şer de dibe hêz û moral. Bêrîtan Şemşê di tunel û şerê tîma bitevger ên li herêmên Rojavayê Zapê de kedeke mezin dide. 9’ê Adara 2024’an di êrîşa dijmin de tevî Garzan Tolhildan (Garzan Şêx) şehîd dibe. Şehîd Bêrîtan di xeta fermandara mezin Bêrîtan de têkoşiya. Li van axan wê Bêrîtan hebin û pêşerojeke azad biafirînin…