Li Êlihê hişyariyên trafîkê yên bi Kurdî hatin jêbirin

Piştî Wan, Amed û Mêrdîn/Kerboranê, li Êlihê jî hişyariyên trafîkê yên ji bo peyayan ên bi Kurdî 'Pêşî Peya' hatin jêbirin.

Şaredariyên bi rêveberiya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo pêşî li qezayên trafîkê bigire li ser rê, ku nêzî cihên ku peya jê derbas dibin, nivîsên 'Pêşî Peya' nivîsandin. Piştî Wan, Amed û Kerboran a Mêrdînê li Êlihê jî nivîs hatin jêbirin.
 
Bi derengiya şevê bi çavdêriya gelek polîsan de tîmên Midûriyeta Giştî ya Rêyên Bejahiyê (KGM) nivîs ji ser rê birin.

Nivîsên hişyariyê yên trafîkê berî niha li Wanê hatibûn jêbirin.

Piştî Wanê li Amedê jî bi çavdêriya polîsan tîmên Midûriyeta Giştî ya Rêyên Bejahiyê nivîsên hişyariyê jê biribûn. Li Kerboranê jî heman bûyer qewimî bû.