Edîtorê Rojnewsê yê Erebî Silêman Ehmed 279 roj berê ji aliyê PDK'ê ve hatibû revandin, îro derket pêşberî dadgehê. Dadgehê li ser fermana PDK'ê bi sûcdariya ku endamê PYD'ê ye 3 sal cezayê girtîgehê li Silêman Ehmed birî.
Parêzer Nerîman Ehmed li ber dadgehê ji derbarê cezayê hatî dayîn de ji Rojnewsê re axivî û wiha ragihand: “Diviyabû ku bi yasaya rojnamevaniyê Rojnamevan Silêman Ehmed bihata dadgehkirin, lê bi madeya 1 a jimara 21’ê ya sala 2003’yan ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê bi tometa endambûna ‘Partiya Yekitiya Demokratîk-PYD’ 3 sal cezayê girtîgehê jê re hate dayîn. Runiştina doze bi awayekî tund hate rêvebirin. Heta destpêkê rê nehat dayîn ku parêzerên Silêman Ehmed beşdarî dozê bibin, di dawiyê de dibin zextan de me karî beşdar bibin.”
Nerîman Ehmed diyar kir ku di danişîna dadgehê de, Silêman Ehmed li ber dadwer îfadeya ku jê re hatibû amadekirin red kir ku bi soranî hatibû nivîsandin û jê re jî nehatibû xwendin.
Nerîman Ehmed wiah berdewam kir: “Li ser daxwaza dadwer du şahîd amadekirbûn û tekezî li ser wê kirin ku ew tometên li ser Silêman Ehmed durin û ew di ajansa Rojnewsê de wek rojnamevan 4 sal in kar dike. Ev biryar ne dadwerî ye û ji bo wê em ê îtiraz bikin. Her wiha rê nehat dayîn ku UNAMI jî di danişîna dozê de amade bibe. UNAMI wê derbarê mijarê de daxuyanî bide.”
Edîtorê beşa Erebî yê Rojnewsê Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmeha 2023’yan ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmeha 2023’yan dema xwest di deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û piştî heft mehan parêzeran karîn hevdîtinê li gel de bikin.