Dayikên Aştiyê yên di vegera îfadeyê jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn

Dayikên Aştiyê û parêzerên wan piştî îfadedayînê di vegerê de qeza kiribûn jiyana xwe ji dest dan, hatin bibîranîn.

Dayikên Aştiyê û parêzerên wan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Wanê ji bo îfadeyê di 22’yê Tebaxa 2023’yan de ji Geverê çûbûn Wanê û di vegerê de qeza kiribûn. Adalet Safali û Sosin Akçelîk û parêzerên wan Cîhan Akçelîk û Erdal Safali ên di qezayê de jiyana xwe ji dest dan li ser gorên xwe bi girseyî hatin bibîranîn. Dûrsûn Odabaşi yê di heman qezayê de birîndar bûbû 85 roj şûnde jiyana xwe ji dest da.

Dayikên Aştiyê û parêzerên di qezayê de jiyana xwe ji dest dan, di salvegera wefata xwe de li ser gorên xwe hatin bibîranîn.

Malbatên Akçelîk û Safali ji bo bîranîna kesên di qezayê de jiyana xwe ji dest dabûn, li Gundê Dirbêsan ê li ser rêya bajaroka Bajêrge kaniyek çêkirin. Girse ewilî tev li vekirina kaniyê bûn. Li vir li ser navê şandeyê Dayika Aştiyê Gulbeyaz Mihçi axivî û da zanîn ku ew kesên jiyana xwe ji dest dane kesên pîroz bûn û ji bo aştiyê têdikoşîn. Mihçi, diyar kir ku kesên jiyana xwe ji dest dane di dilê wan de hertim dijîn û wiha berdewam kir: “Ev kes ji bo me di vê rêya pîroz de şehîd in. Ji ber vê sîstema qirêj jiyana xwe ji dest dan û xwedê qebûl neke. Ev kanî li ser navê wan hatiye çêkirin. Em ê niha vekirina vê kaniyê pêk bînin. Pîroz be ji bo rihê şehîdan.”

‘EM Ê HETA DAWIYÊ LI BER XWE BIDIN’

Piştre girse derbasî gundê Şahê yê girêdayî bajaroka Bajêrge bûn û li wir Sosin Akçelîk, Cîhan Akçelîk û Erdal Safali li ser gorên wan bi bîr anîn. Ewilî girseyê dûa xwendin û ji bo hemû şehîdên aştiyê deqeyek rêz girtin. Li vir li ser navê malbatê Husret Akçelîk axivî û xêrhatina mêvanan kir. Akçelîk da zanîn ku wan soza tekoşînê 40 sal berê daye û wiha domand: “Em careke din li ser van goran soza xwe dûbare dikin ku heta dilopek xwîna me hebe em ê vê tekoşînê bimeşînin.

Herî dawî girse derbasî gundê Memkawa bûn û li vir jî Dayika Aştiyê Edalet Safali bi bîr anîn. Girseyê ewilî li vir jî ji bo şehidên demokrasiyê deqeyek rêz girt û soza mezinkirina tekoşînê dan. Herî dawî jî qûrnefîl danîn li ser gora Safaliyê û bernameya bîranînê bi dawî bû.