Li Amedê çalakiya 'Xwendina Azadiyê' hate lidarxistin
Di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' ku li qada navneteweyî tê meşandin, li Amedê çalakiya 'Xwendina Azadiyê' hate lidarxistin.
Di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' ku li qada navneteweyî tê meşandin, li Amedê çalakiya 'Xwendina Azadiyê' hate lidarxistin.
Di çarçoveya kampanyayê de Rêxistinên Amedê yên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) li taxa Îseparê ya navçeya Bismilê bi gel re civiyan.
Di civînê de beşên ji parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin xwendin.
Di çalakiya xwendinê de rewşa siyasî ya rojane jî hate nîqaşkirin.
Li gorî agahiyan, 'Xwendina Azadiyê' ku di çarçoveya kampanyayê de pêk tê, wê li gelek taxên bajêr dewam bike.