Mamosteyê Kurdî ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hate girtin

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku aktîvîstê Kurd ê ji bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê di 18'ê Tebaxê de hate girtin.

Li gorî Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, hêzên dewletê bêyî ku destûra lêgerînê bi wan re hebe avêtin ser mala Mamosteyê ji sineyê Muxtar Esadî û ew binçav kirin.

Piştî binçavkirina li Midûriyeta Emniyetê ya Înternetê ya Sine, Esadî birin cihekî nediyar.

Tora Mafên Mirovan diyar kir ku mamosteyê Kurdî piştî hate girtin, dest bi greva birçîbûnê kir.

Esadî ku endamekî naskirî yê Yekîtiya Pîşeyî ya Mamosteyên Kurdistanê ye û di heman demê de li Zanîngeha Tehranê lîsansa bilind kir, ji ber karên xwe yên pîşeyî gelek caran hate binçavkirin.