Mamoste Necim Becîd ji ber ku rexne li PDK'ê kir tê darizandin
Mamoste Loqman Necim Becîd ku ji ber rexne li PDK'ê kir hate revandin, bi heman hincetê tê darizandin û daxwaz tê kirin ku bi 6 salan cezayê girtîgehê bê cezakirin.
Mamoste Loqman Necim Becîd ku ji ber rexne li PDK'ê kir hate revandin, bi heman hincetê tê darizandin û daxwaz tê kirin ku bi 6 salan cezayê girtîgehê bê cezakirin.
Mamosteyê dibistana amadeyî Loqman Necim Becîd li bajarokê Sidêkan ê navçeya Soran a Hewlêrê roja 23.11.2023ê ji aliyê hêzên çekdar ên PDKê ve hat revandin. Hate hînbûn ku mamosteyê bavê 3 zarokan ku bi mehan agahî jê nayê girtin, ji ber rexne li siyaset û rayedarên PDK'ê kiriye, hatiye revandin. Malbata wî ya ku bi hêviya ku di demeke nêz de bê berdan her tim bêdeng mabû, banga alîkariyê kir.
Îdîanameya ku ji aliyê dadgehên PDK'ê ve hatiye amadekirin, tijî îdiayên bêbingeh e. Di îdianameyê de îdiaya ku wî alîkarî daye Kurdan (PKK) jî heye. Dadgeha PDK'ê ji bo Loqman Necim Becîd ku ji karê mamostatiyê hatiye dûrxistin daxwaza cezayê herî kêm 6 sal zîndanê kir.
Rûniştina doza mamoste Loqman Necim Becîd wê di 25'ê Tebaxê de bê dîtin.
Mamoste Loqman Necim Becîd di salên borî de ji ber ku beşdarî xwepêşandanan bû û pirsgirêkên mamostayan anîn ziman du caran ji aliyê hêzên PDK'ê ve hatibû girtin.