Li gelek bajaran 'Xwendinên Azadiyê'
Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê parêzname û nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin xwendin.
Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê parêzname û nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin xwendin.
Di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya demokratîk ji pirsgirêka Kurd re' bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) li gelek bajaran çalakiyên 'Xwendinên Azadiyê' hatin lidarxistin.
Li gelek bajarên Kurdistanê her roj girseyên gel li hev kom dibin û parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwînin û nîqaş dikin.
AMED
TJA li navçeya Karaz a Amedê il avahiya DEM Partiyê bi jinan re li hev civiya. Di çalakiyê de mijara 'xweparastinê' ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destnîşan dike û 'Teoriya Kulîlkê' hate xwendin û nirxandin.
Piştî xwendinê jinan li ser girîngiya xweparastinê ya li dijî polîtîkayên şerê taybet nîqaş kirin. Di çarçoveya kampanyayê de li navçeya Erxeniyê jî li gelek taxan girseyên gel li hev kom bûn.
ÊLIH
Li taxa Petrolkent a Êlihê civîn hate lidarxistin. Di civînê de beşên ji parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin xwendin, li ser siyaseta heyî nirxandin hatin kirin. Li bajarokê Girêsîra yê Êlihê jî çalakiya xwendinê hate lidarxistin.
WAN
Li gelek navçeyên Wanê jî çalakiya 'Xwendina Azadiyê' di roja 7'an de dewam kir. Li taxa Emînpaşa ya navçeya Artemêtê, li taxa Stasyonê ya navçeya Tûşbayê û li taxa Yenîmahalle ya navçeya Rêya Armûşê civînên xwendinê hatin lidarxistin. Her wiha tecrîd hate nîqaşkirin.
Çalakî wê îro li gelek bajaran dewam bike.