BI DÎMEN

'Em guherandina qanûna rewşa medenî red dikin'

Li navçeya Kelarê der barê pirsgirêk û astengiyên guherandina qanûna rewşa medenî ya Iraqê de li gel Dr. Safînaz Ebûbekir, parêzer Kawe Letîf û mamosteyê dînî Mele Teha panelek hat lidarxistin.

Îro li navçeya Kelarê li Pirtûkxaneya Giştî ya Kelarê, ji aliyê Navenda Hevbeş a Saziyên Jinan û çalakvanên Germiyanê ve der barê guherandina qanûna rewşa medenî de li gel Dr. Safinaz Ebûbekir, parêzer Kawe Letîf û mamosteyê dînî Mele Teha panelek hat lidarxistin.

Di destpêkê de mamoste Roşna Mihemed bixêrhatina mêvanan kir. Piştî rêzgirtina ji bo bîranîna jinên şehîd û qurbaniyan, panelê dest pê kir.

Mamoste Teha der barê zewaca pêşwext de di panelê de behsa Pêxemberê Îslamê Hezretî Mihemed kir û got: “Dema ku xwazgîniya Fatimeya keça Pêxember Mihemed tê kirin, ji ber ku temenê wê kêm bû, qebûl nekir."

‘ZAROKEKE NEH SALÎ JI ALIYÊ LAŞ Û DERÛNÎ VE JI BO ZEWACÊ NE AMADE YE’

Piştre Dr. Safînaz Ebûbekirê diyar kir ku keçeke neh salî ne amade ye ji bo zewacê û got: “Têkiliya zayendî ji bo zarokan ne ewle ye, ji ber ku hê di qonaxa geşbûnê de ne. Ji ber vê yekê, zewaca pêşwext a zarokan gelek ziyanbexş e. Yek ji van ziyanan veguhastina bakterî û vîrusan e û di dema ducanbûnê de laşê zarok nikare ducaniyê hilgire, ne tendurist e; lewma zerara zewaca di temenê zarokatiyê de gelek e.”

Parêzer Kawe Letîf ji aliyê qanûnî ve şîroveya zewaca pêşwext kir û got: “Ev qanûna ku hatiye pêşkêşkirin ji sê madeyan pêk tê, yek ji madeyan madeyeke rûtîn e û du madeyên din têkildarî zewaca pêşwext û pirjinbûnê ne. Li Herêma Kurdistanê cezayên giran li zewaca neqanûnî tên birîn, li gorî qanûnê pênc sal cezayê girtîgehê jê re hatiye diyarkirin, lê li dadgeha Iraqê cezayê wê madî ye û metirsiya wê kêmtir e.”

Kawe Letîf her wiha got: “Ev biryara Parlamentoya Iraqê Herêma Kurdistanê nagire, lê bandora wê ya nerasterast heye, ew jî ew e ku xelkê vir ji bo pirjinbûnê dê berê xwe bidin dadgehên Iraqê. Bendek ji bendên qanûnên dadgeha Iraqê ew e ku li gorî mezhebê mêrek dikare bi zarokeke neh salî re bizewice.”

Di dawiyê de beşdaran nêrîn û pirsên xwe pêşkêş kirin.