Şehîd Berxwedan Qamişlo hat bibîranîn, berxwedana gerîla hat silavkirin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê ji bo şehîd Berxwedan Qamişlo (Amîr Ehmed El Casim) merasîmek li dar xist. Di çalakiyê de berxwedana gerîla hat silavkirin.

ÇALAKIYA BÎRANÎNÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Tirbespiyê ji bo gerîlayê HPG’ê şehîd Berxwedan Qamişlo (Amîr Ehmed El Casism) merasîmek li dar xist. Bi sedan şêniyên bajarê Tirbespiyê, endamên saziyên civaka sivîl, malbat û hevreyên şehîd ji bo sersaxiyê berê xwe da gundê Um Edam ê Tirbesiyê.

Di merasîmê de bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê Mihemed Zekî Îbrahîm ji malbata şehîd re sersaxî xwest.

Îbrahîm diyar kir ku destkeftiyên ku îro li Kurdistanê têne bidestxistin bi saya şehîd Amîr û bi dehan hevalên wî ne û ev li gotinên xwe zêde kir: “Em berxwedana gerîlayên azadiyê ku îro li çiyayên azad tê kirin em silav dikim û dibêjin em li kêleka şervanên xwe ne.”

Bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk jî Hikmet Hebîb diyar kir ku şehîd Amir rêya azadiyê hilbijart. Hebîb got: "Çi dibe bila bibe em ê projeya xwe ya biratiya gelan bi ser bixin. Em gerîlayên azadiya Kurdistanê, berxwedana wan a li dijî dewleta Tirk a dagirker silav dikin, gerîla îro hebûna tevahî pêkhateyan diparêze.”

Di dawiya merasîmê de, wesîqeya şehîdBerxwedan Qamişlo hate xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Gerîlayê HPG’ê Berxwedan Qamişlo (Amir Ehmed El Casim) 17’ê Adara îsal li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bibû.