Tîmên DEDAŞ'ê li gel leşkerên Tirk avêtin ser taxê
Li Mêrdînê, tîmên DEDAŞ'ê li gel leşkerên Tirk avêtin ser taxê. Şêniyên taxê nerazîbûn nîşan dan, lê belê bi gaza îsotê êrişî wan hate kirin.
Li Mêrdînê, tîmên DEDAŞ'ê li gel leşkerên Tirk avêtin ser taxê. Şêniyên taxê nerazîbûn nîşan dan, lê belê bi gaza îsotê êrişî wan hate kirin.
Tîmên Şîrketa Belavkariya Ceyranê ya Dîcleyê, serê sibehê bi wesayîtên zirxî yên leşkerî re bi ser bajaroka Ewîna ya navçeya Stewr a Mêrdînê de girtin. Tîmên ku bi sedan leşkeran re çûn bajarokî, xwestin ku saetên ceyranê veguhêzin derveyî xaniyan lê welatiyan ji bo ketina tîmên DEDAŞ’ê û cendermeyan asteng bikin rê girtin. Li ser vê yekê di navbera şêniyên bajarokî û leşkeran de nîqaş derket. Dû re cendermeyan bi gaza îsotê û ava şid a ji TOMA’yan avêtin êrişî welatiyan kirin.
Di dema êrişê de gelek welatî ji gazê bi bandor bûn û piştî welatiyan bersiv da li bajarokî gengeşî çêbû. Bendemayîna cenderme û tîmên DEDAŞ’ê ya li bajarokî berdewam dike û bertekên şêniyên bajarokî jî didomin.