Serdana malbata Şehîd Emîne Demîr hate kirin

Bi girseyî serdana şîna Şehîd Emîne Demîr ya li Qoserê hate kirin.

SERDANA ŞÎNÊ

Xwediya Îmtîyazê ya rojnameya Azadiya Welat a tekane weşana bi Kurdî dikir û Midûra Karên Nivîsariyê ya rojnameyê Emîne Demîr (Rosîda Mêrdîn) ku rojname di sala 2016’an de bi Biryarnameya Hikmê Qanûnê (KHK) hate girtin, bi du hevalên xwe re şehîd bû. Ji bo Demîr li navçeya Qoserê şîn hate danîn. Şîna Demîrê bi awayekî girseyî hate ziyaretkirin. 

Serdan bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên di Dergûşa Şaristanê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) hate kirin. Dayikên Aştiyê û gelek kes tevlî serdana şîna Demîr bûn. Şande bi berzkirina dirûşma “Şehîd namirin” hate li cihê şînê. 

Şandeya ji hêla malbata Demîr ve hatiye pêşwazîkirin, sersaxiya malbatê xwest.