'Nîşanî her kesî da ku bersiveke çawa divê ji dijmin re bê dayin'

Benda Amed weke hevrêyeke rasteqîn û şevaneke Apoyî hezkirina ji welatê xwe nîşanî her kesî da. Bi jiyan, berxwedan û durustiya xwe nîşan da ku divê şervan bersiveke çawa bidin dijmin.

BENDA AMED (SEMRA AYVERDÎ)

Gelê Kurd xwedî hişekî xurt ê dîrokî ye, lê mixabin ev bîr û hiş bi bûyerên trajîk û êşê dagirtî ye. Lewma ev hiş bandoreke mezin li têgihiştina gelê Kurd dike, rê û rêbazên jiyanê diyar dike.

Benda Amed (Semra Ayverdî) yek ji wan mirovan bû ku şahidî ji van bûyerên trajîk re kir. Hemra hîn 5-6 salî bû ji aliyê leşkerên Tirk ve bi zorê ji mala xwe hate derxistin û mala wan hate şewitandin. Malbata wê ji ber ku ranehişt çeka dijmin û li dijî gelê xwe bi kar neanî, ji ber ku cerdevanî nekir zilmeke bi vî rengî dît. Ji ber vê yekê jî neçar man ji gund bêne derxistin û li navçeya Bismil a Amedê bi cih bûn. Semra jî li Bismilê li nava malbateke welatparêz mezin bû. Semra ku diçû zanîngehê, ji bo sîstem bandorê li kesayetiya wê neke û nekeve binê xizmeta sîstemê gelekî bi baldarî tevdigeriya. Ji ber vê jî di dema xwendina zanîngehê de beşdarî nava kar û çalakiyên ciwanan bû. Semra Ayverdî ku jiyana PKK'ê nêzî xwe dît, daxwaza wê ya ji bo hînbûna fikrên Rêber Apo hîn zêdetir bû.

Ji ber vê yekê di sala 2013'an de bi biryardariyeke mezin berê xwe da çiyayên Kurdistanê û bû yek ji şervanên azadiyê yên welatê xwe. Navê Benda Amed li xwe kir. Benda Amed di hevpeyvîneke xwe de li ser jiyana li çiyê û gerîla gotibû, "Jiyana gerîla dîrok e. Di nava vê jiyanê de zor û zehmetiyên ku em dikişînin wateyeke xwe heye. Em hebûn û têkoşîna xwe bi çiyê, bi hevrêyên xwe re pênase dikin. Jiyana gerîla coş e, exlaq e, hezkirin e. Afirînerê vê jiyana bedew û bi wate Rêber Apo û şehîdên şoreşê ne."

Fermandar Benda hîn di roja destpêkê de bi hezkirineke mezin jiyana gerîla pejirand. Piştî perwerdeya xwe ya bingehîn li Herêmên Parastinê yên Medyayê pratîk kir û di demeke kurt de li nava refên têkoşînê wezîfeyên girîng hilda ser milê xwe. Piştî ku tevlî perwerdeya îdeolojîk bû hewl da bibe şopdarê rasteqîn ê xeta Bêrîtan û Zîlan ku şervanên pêşeng ên PKK'ê bûn. Lewma li dibinstanên îdeolojîk hewl da di çarçoveya Paradîgmaya Demokratîk de xwe bi pêş ve bibe. Weke milîtaneke Rêber Apo li hemberî tecrîda li Îmraliyê xwe berpirsyar dît û li pêşberî keda Rêbertî xwe deyndar dît.

DIXWEST BIBE PARÇEYEK JI WÊ PÎROZIYÊ

Li ku derê wezîfeyeke giran a li dijî êriş û polîtîkayên dewletê hebûya Benda Amed diçû wê derê, ji hevrêyên xwe re dibû hêza manewî û hêvî. Girîngiya meşandina têkoşînê ya li Bakur û daxwaza çûyîna wê herêmê bi vî rengî nirxandibû: "Rêber Apo li Bakur dest bi têkoşîna xwe kir û bi vî rengî gelê Kurd yekemcar li Bakur ji xewa mirinê hişyar bû. Li wê xakê kongreya destpêkê ya partiya me hate kirin, fîşeka destpêkê ya şerê me hate teqandin, gavên destpêkê yên şoreşa me hatin avêtin, ya herî gigrîng jî şehîdê destpêkê yê têkoşîna me hate dayin. Di nava dewletê ku Kurdistan kirine çar parçe herî zêde li wê derê êriş li me tê kirin, herî zêde dewleta Tirk êriş dike. Ji ber vê yekê jî meşandina têkoşîneke serketî li Bakur ji bo me nebe nabe. Xaka Bakur ji bo me pîroz e û ez dixwazim bibim parçeyek ji wê pîroziyê."

HEZKIRINA JIN A KURD A JI WELATÊ XWE NÎŞAN DA

Di demekê de ku dewleta Tirk a dagirker hewl dida gel û destketiyên Kurdan tine bike, biryar da ku biçe qada herî giran a têkoşînê û berê xwe da Botanê. Ji bo stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî bixe meriyetê wezîfeya fermandariya herêmê da ser milê xwe û li Botanê têkoşîneke berfireh meşand. Benda mîsyon û rola xwe ya dîrokî danî pêşiya her tiştî û hewl da hêjayî Rêber Apo û hevrêyên xwe yên şehîd be. Ji ber vê yekê li hemberî her cûre êrişên dagirkeriyê ji bo parastina xwe û qada xwe li ber xwe da.

Fermandar Benda tola zilma ku dijmin hîn di zarokatiyê de li wan kir, hilanî. Li gelek herêmên Botanê şer kir, mohra xwe li têkoşînê da û weke fermandareke jin a YJA Starê bi rê û rêbaza xwe ya şer û jiyanê bû fermandareke mînak ji hevrêyên xwe re. Fermandar Benda Amed li navçeya Berwarî ya Sêrtê li herêma Herekolê 25'ê Tîrmeha 2024'an di şer û bombardûmanê de li gel hevrêyên xwe Bişeng Dûrmûş (Destîna Botan) û Seyîthan Sencer (Baran Hemlîn) şehîd bû.

Benda Amed weke hevrêyeke rasteqîn û şevaneke Apoyî hezkirina ji welatê xwe nîşanî her kesî da. Bi jiyan, berxwedan û durustiya xwe nîşan da ku divê şervan bersiveke çawa bidin dijmin.