Ferzkirina zimanê Tirkî dibe sedem ku Kurd ji xizmeta tenduristiyê bêpar bimînin

Li Kurdistanê dema dawî bûyerên kanserê zêde bûne. Parlamenterê DEM Partiyê Dr. Heval Bozdag diyar kir ku astengkirina xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê dayikê tenduristiya gel xera kiriye.

DI TENDURISTIYÊ DE FERZKIRINA TIRKÎ

Ji ber polîtîkayên şaş ên dewleta Tirk nexweşên kanserê her sal hîn zêde dibe. Talankirina xwezayê, qirkirina ekolojiyê bûne polîtîkayeke dewletê. Lêgerîna li madenê ya bi madeyên kîmyewî yên mîna siyanurê û polîtîkayên şerê taybet ên li ser cografya Kurdistanê dibin sedem ku pitikên nû jidayikbûyî jî bi nexweşiya kanserê bikevin.

Êrişên dewleta Tirk ên li ser xwezaya Kurdistanê jî di vê çarçoveyê de têne nirxandin. Santralên Hîdroelektrîk (HES), bendav, maden, santralên termîk ne tenê ji bo talankirina dewlemendiyên ser û binê erdê yên Kurdistanê her wiha ji bo jehrîkirina xweza û mirovên Kurdistanê têne bikaranîn. Ji aliyekî ve rewşeke bi vî rengî heye, li aliyê din jî xizmeta tenduristiyê bi zimanê dayikê nayê dayin û pêşî li Kurdan tê girtin ku xwe bigihînin xizmetên tenduristiyê. Lewma nexweşên kanserê nikare zû bê tespîtkirin.

MIRINA JI BER KANSERÊ HERÎ ZÊDE LI DERSIMÊ YE

Li gorî raporên ku Wezareta Tenduristiyê ya Tirk di destpêka sala 2023'an de eşkere kir, ji aliyê stastîstîka mirinê ve rêjeya mirina ji ber kanserê ji sedî 20.2 ye û di rêza destpêkê de ye. Li gorî daneyên wezaretê, heta dawiya sala 2023'an li tevahiya welêt teşhîsa kanserê li nêzî 2 milyon mirovî hatiye kirin.

Li gorî daneyên TUÎK'ê yên sala 2023'an jî mirina ji ber kanserê li gorî nifûsa bajêr herî zêde li Dersimê qewimî.

LI AMEDÊ SALANE DERDORA 18 HEZAR TEŞHÎSA KANSERÊ TÊ KIRIN

Li gorî hejmarên dewletê mirina ji ber teşhîsa kanserê salane derdora ji sedî 20 e. Tenê li Amedê salane derdora 18 hezar teşhîsa kanserê tê kirin. Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nêzî 200 cûreyên kanserê hene.

Li gorî daneyên sala 2021'ê yên TUÎK'ê rêjeya mirina ji ber kanserê li gorî bajaran li hin bajaran bi vî rengî ye:

"Wan, ji sedî 18.2
Erzirom, ji sedî 18.6
Îdir, ji sedî 18.6
Qers, ji sedî 18.8
Agirî, ji sedî 21.8
Şirnex, ji sedî 11.4
Riha, ji sedî 10.1
Dîlok, ji sedî 10
Kilis, ji sedî 10
Sêrt, ji sedî 8.5."

BOZDAG: QEDEXEYA ZIMANÊ DAYIKÊ YEK JI SEDEMAN E

Pisporê Nexweşiyên Enfeksiyonê Parlamenterê Agiriyê yê DEM Partiyê Dr. Heval Bozdag diyar kir ku feraseta bazirganiyê ya dewletê ya li ser tenduristiyê û polîtîkayên li dijî zimanê dayikê tê meşandin ji sedemên rûdana pirsgirêkên tenduristiyê yên gelê Kurd e.

Dr. Heval Bozdag anî ziman ku li Navendên Teşhîskirina Zû ya Kanserê (KETEM) perwerdya Mûayeneya Sîngê ya Bixwe (KKMM) tê dayin û got, "Weke ku di her tiştî de tê kirin li qada cemaweriyê jî Tirkî tê ferzkirin. Ji ber ku agahiyên li ser tenduristiyê bi Tirkî têne dayin haya gel jê çênabe yan jî haya xwe ji hebûna navendeke bi vî rengî jî nabe. Ji ber vê jî testên têrker nake, yan jî dema diçe van navendan ji ber ku bi ziman baş nizane nikare perwerdeya têrker werbigire."

Bozdag diyar kir ku kanser nexweşiyeke welê ye ku dikare pêşî lê bê girtin û got, "Kanser mîna gelek nexweşiyan nexweşiyeke ku dikare pêşî lê bê girtin û pirsgirêka tenduristiya gel e. Ji ber ku mirov dikare sedemên kanserê ji holê rakin an jî kêm bikin. Bêguman ji bo vê jî divê haya mirovan jê hebe. Ji agahiya tenduristî û nexweşiyê heta civakîbûnê divê li qada cemaweriyê xizmetên tenduristiyê yên pêşîgirtin û parastinê bêne pêşkêşkirin."

'LI KURDISTANÊ KARÊ TENDURISTIYÊ DIVÊ BI ZIMANÊ DAYIKÊ BE'

Dr. Heval Bozdag destnîşan kir ku li cografya Kurdistanê divê ev kar bi zimanê dayikê be û got, "Li cografya Kurdan desteserkirina mafên kolektîf ên gelê Kurd, demokrasî, azadî û xizanî pirsgirêkên sereke ne. Di rewşeke bi vî rengî de dewlet ji aliyekî ve bi feraseta tenduristiyê ya bazarê ji tenduristiya parastinê dûr dikeve, li aliyê din jî bi feraseta otorîter-burokratîk a li ser zimanê dayikê ava kiriye tenduristiyê û saziyan ji gel dûr dixîne, li hemberî kanserê û nexweşiyên dikarin pêşî li wan bêne girtin çareyekê peyda nake, ne tenê li bajarên Kurdan li ti herêmê ji bo tenduristiya gel a serketî kar nake. Bar li ser milê kedkarên tenduristiyê dimîne ku bi hewldanên şexsî jî mixabin serketinê bi dest naxin."

Parlamenterê DEM Partiyê Heval Bozdag diyar kir ku xweza û azadiya mirov ji bo tenduristiyeke civakî girîng e û got, "Beriya her tiştî divê mirov û xweza azad bin; divê mafên hemû zindiyan xweser, demokratîk û ewle bin. Me di pandemiyê de encamên destwerdana mirovan a li jiyana ekolojîk dît. Em vê yekê li daristanên me yên têne tinekirin, li deryayên me yên têne qirêjkirin, li nava avên xwe yên binê erdê dibînin. Em xisara şer herî zêde di erozyona exlaqî ya li nava mirovan de dibînin. Ev xisara ku kapîtalîzm û netewe dewlet pêk tîne, mixabin gerstêrka me ber bi tinebûnê ve dibe."