YRD: Hevrê Rosîda nûnera şareza ya kevneşopiya çapemenî û jiyana azad bû

"Hevrê Rosîda kûrahiya xwe ya îdeolojî û biryardariya xwe di pratîkê de şênber kir. Bi milîtanî, nivîskarî, nûçegihanî û rojnamevaniya xwe bû nîşaneya şênber a kesayeteke komple û tevlî karwanê şehîdên me yên çapemeniyê bû ku qadên jiyana azad ava kirin."

DAXUYANIYA YRD'Ê

Koordînasyona Yekîtiya Ragihandina Demokratîk (YRD) têkildarî şehadeta Rosîda Mêrdîn daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Her gel û dem xwedî lehengên xurt in. Ev leheng ne tenê di dema bihurî de ne. Carna li cihekî ewqasî dûr in ku em nikarin bibînin, carna bi xeyalên xwe û baweriya xwe li gel me ne, carna jî li cih û warê ku çûne ne. Lê belê her yek ji wan di vê kêliyê de û li aliyekî berxwedana mezin e. Gerîlayên serdema fezayê. Dibin mirovên çalakiyên herî pîroz. Ew lehengên mezin ku jiyana azad û serdema mirovahiyê dan destpêkirin. Sonda xwe ya destpêkê û ya dawiyê bêhnçikandina li dijmin bû. Yekane armancên xwe jî xwe gihandina Rêber Apo û misogerkirina azadiya vî gelî bû.

Hevrê Rosîda Mêrdîn, Mazlûm Dogan û Berxwedan Qamişlo weke xeleka herî dawî ya van lehengan, bûn lehengên rasteqîn ên vê serdemê. Em van hevrêyên leheng ên şehîd bûn bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînin, soza xwe dubare dikin ku xwedî li bîranîna wan derkevin û armancên wan bi ser bixînin.

Hevrê Rosîda di têkoşîna me ya azadiyê de ji bo jin bibe xwedî nasnameya ajîtasyon-propagandayê bi roleke mezin rabû. Kûrahiya xwe ya îdeolojîk û biryardariya xwe di pratîkê de şênber kir. Bi milîtanî, nivîskarî, nûçegihanî û rojnamevaniya xwe bû nîşaneya şênber a kesayeteke komple û tevlî karwanê şehîdên me yên çapemeniyê bû ku qadên jiyana azad ava kirin.

Hevrê Rosîda li dijî artêşa medyayê ya sîstema bi serweriya mêr, li hemberî ziman û mejiyê baviksalar di xurtkirina karên çapemeniya jinê de kedeke mezin da. Baweriya ji xwe û hêza berxwedanê ya jinê zêde kir, di serî de karên îdeolojîk û fikrî bû mînaka wê yekê ku li her qadê îfade bike, nasname û kesayeta cewherî biafirîne.

Hevrêyeke me ya welê bû ku tenê karê çapemenî-weşanê nedikir; ji her alî ve xwe bi pêş ve dibir, dema pêwîstî pê hebû nûçe amade dikir, bername pêşkêş dikir, dema ku pêwîst dikir ji bo azadiya gelê xwe şer dikir. Yek ji wan hevrêyan bû ku di karên çapemenî-weşanê de gelek heval bi pêş xist û hîn kir bê çapemeniya azad çawa tê kirin. Bi dilsoziya xwe ya li jiyanê, bi moral, cidiyeta xwe ya di kar de, bi hevrêtiya xwe ya bedew nîşanî me da ku divê çawa bijîn û kar bikin.

Di nava şert û mercên herî giran de karên çapemeniyê meşand û bû yek ji nûnerên bi rûmet ên kevneşopiya çapemeniya azad. Di demekê de ku êrişên dagirkerî û qirkirinê giran bû, ji bo karibe derba herî xurt li zaliman bixe xwe da pêş, pêşengiya ku bi pênûs û kameraya xwe kir, vê carê bi çeka xwe dewam kir. Bi vî rengî soza jiyana azad û serketinê careke din li mejiyên me neqişand.

Em hevrê Rosîda careke din bi hezkirin, hurmet û minet bi bîr tînin, weke kedkarên çapemeniya azad careke din soza xwe dubare dikin ku bêdudil û bê fikar tevlî meşa şoreşê bibin.

Ji Gûrbetelliyan heta Selçûkan, ji Halîl Dagan heta Seyît Evranan em ê fedakariyên bêdawî yên şehîdan ji xwe re bikin mînak û jiyana ku wan ji xwe re kiribûn armanc di kar û jiyana xwe de nîşan bidin û ala têkoşînê timî bilind bikin."