Şerîk: Dewleta Tirk hîn bêhtir dide nava çiravê

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk anî ziman ku dewleta Tirk nikare ji nava krîzê derkeve û her gava diavêje wê hîn bêhtir dixe nava çiravê.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk ji ANF'ê re axivî û destpêkê di şexsê Hakî Karer de şehîdên meha Gulanê bi rêzdarî û minet bi bîr anî.

Cemal Şerîk anî ziman ku gelên Kurdistanê û Tirkiyeyê di pêvajoyeke dîrokî de ne û got, "Welê li dewleta Tirk a faşîst qirker mêtinger hatiye ku nikare ji nava krîzê derkeve û her ku gavekê diavêje bêhtir dikeve nava çiravê. Kiryarên xwe yên li qada siyasetê û dîplomatîk, bûyerên di têkiliyên fînansî de bi serî ve tên, zextên li civakê dike, êrişên dagirkerî û qirkeriyê yên li ser Kurdistanê û derbên kuştinê yên ji Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê dixwe, aqûbeteke bi vî rengî tîne serî.

Bi derbên ku li Kurdistanê Gerîlayên Azadiyê her roj lê didin, hîn bêhtir têk diçe. Ev şerê berxwedanê ku bi pêşengiya gerîla tê meşandin, gelên herêmê di zemîna têkoşîna hevpar û yekbûyî ya dijî dewleta Tirk a mêtinger de, li hev dicivîne.

Berxwedana mezin a gerîla ku li dijî êrişên dagirkerî û tunekirinê yên dewleta Tirk a qirker hate destpêkirin, nîşaneya şênber a vê yekê ye. Gerîla bi rêya vê berxwedanê derbê li artêşa Tirk a mêtinger qirker dixe û dike ku windahiyên mezin bide. Di encama vê yekê jî ji êrişên dagirkeriyê ku gelekî hêvî jê dikir, encama dixwest bi dest nexist, lewma hîn di gava destpêkê de neçar ma ji nû ve binirxîne. Mîna ku yê dest bi êrişeke wiha ya dagirkerî û qirkeriyê kiriye ne ew e, hewl dide atmosfereke bi vî rengî nîşan bide. Bi nêzîkbûneke bi vî rengî hewl dide têkçûna xwe ya li Kurdistanê veşêre û nehêle ev yek ji aliyê gelên Kurdistan, Tirkiye û cîhanê ve bê dîtin."

ARMANCA ÇÛYÎNA NÛRHEQÊ MEZIN BÛ

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk şehîdên Nûrheqê Sînan Cemgîl, Kadîr Manga û Alparslan Ozdogan jî bi bîr anî û got, "Sînan Cemgîl, Kadîr Manga û Alparslan Ozdogan dema ku 31'ê Gulana 1971'ê li Nûrheqê şehîd bûn, bi wezîfe û berpirsyariyeke dîrokî rabû bûn. Hebûna wan a li wê derê ji rêzê nebû; ne ji ber çûyîneke ji rêzê bû. Armanca wan mezin bû; çûyîna wan a ji bo Nûrheqê bi daxwaza bidawîanîna li 'qedera' hingî li ser gelê Kurdistan û Tirkiyeyê hatibû ferzkirin. Ji bo vê pêk bînin jî ji xwe re kiribûn armanc ku têkoşîna gerîla bidin destpêkirin."

Cemal Şerîk diyar kir ku di heman demê de Doktor Şivan û hevalên wî jî li cihekî nêzî sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê amadekarî ji destpêkirina têkoşîna gerîla re dikirin û ev hewldan jî gelekî girîng û bi wate bû.

Cemal Şerîk ragihand ku xebatên Doktor Şivan û hevalên wî yên li Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk û hevkarên wê ve gelekî xetere hatin dîtin, lewma bûn hedefa êrişên tunekirinê û got, "Weke encam jî li Nûrheqê Sînan Cemgîl û hevrêyên wî, li Kizildereyê Mahîr Çayan û hevrêyên wî ji aliyê dewleta Tirk ve, li Başûrê Kurdistanê jî Dr. Şivan û hevrêyên wî ji aliyê PDK'ê ve hatin qetilkirin."

HER GERÎLA SÎNAN CEMGÎL E, DOKTOR ŞIVAN E

Cemal Şerîk ragihand ku têkoşîna gerîla ya ku Sînan Cemgîl, Kadîr Manga û Alparslan Ozdogan hewl dan li Nûrheqê bidin destpêkirin û tovên wê reşandin, îro li Kurdistanê bi gerîlayên azadiyê tê temsîlkirin û got, "Her gerîlayekî Kurdistanê Sînan Cemgîl e, Kadîr Manga ye û Alparslan Ozdogan e. Ev yek xwe hîn bi xurtî nîşan dide. Di heman demê de her gerîlayekî li Kurdistanê Doktor Şivan e."

Cemal Şerîk ragihand ku armanca wan şehîdan avakirina welatekî demokrasî, azad û sosyalîst, civakeke demokratîk û azad bû û di vê oxirê de şehîd bûn.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk diyar kir ku gerîlayên îro li Zap, Avaşîn û Metînayê li ber xwe didin ji bo bicihanîna armancên Sînan Cemgîl, Huseyîn Cevahîr, Mahîr Çayan, Denîz Gezmîş, Îbrahîm Kaypakkaya têdikoşin û got, "Lewma bi berxwedana li qadên gerîla, bi berxwedana li herêmên Zap, Avaşîn, Heftanîn, Xakurkê, Botan û Serhedê xwedî li şehîdên şoreşê tê derketin. Ji ber ku armanca wan li van deveran tê temsîlkirin, bi cih anîn û di vê oxirê de berdêl têne dayin."