Rêxistina HDP’ê ya Wanê hovîtiya li ser cenazeyan şermezar kir

Hevserokên HDP’a Wanê Handan Karakoyûn û Fîkret Dogan nerazîbûn nîşanî hovîtiya li ser cenazeyan dan û gotin “Hiqûqa dijminane tê kirin.”

Hevserokên HDP'a Wanê Handan Karakoyûn û Fîkret Dogan, derbarê êrişên li dijî cenazeyan û nedayîna wesayîtên cenazeyan de li avahiya Bajar a HDP'ê ya Wanê daxuyanî dan. 

Hevserok Fîkret Dogan, diyar kir ku baweriya wî çi dibe bila bibe divê her mirov li bawerî û kevneşopiya xwe bê veşartin û wiha got: "Di nav salekê de ji bo girtiyên ku li girtîgehên Wanê jiyana xwe ji dest dan wesayîtên cenaze nehatin dayîn. Meleyên diyanetê ku mûçeyê wan bi bacên me tê razandin cenazeyan naşon. Vecîbeyên olî û danîna şînan tê astengkirin. Destûr nayê dayîn ku malbat li hewşên malên xwe jî şînê deynin. Ji bo vê gef li malbatan dixwin."

Di berdewamê de Dogan, destnîşan kir ku pêkanînên Îsraîlê yên li dijî cenazeyan li Tirkiyeyê jî pêk tên û derbarê mijarê de ev tişt got: "Mirî bi pişt panzêran ve hatin girêdan û bi erdê ve hatin kaşkirin. Îşkence li wan hat kirin, goristan hatin texrîbkirin. Em dizanin ku sedema van pêkanînan neçareserbûna dozan Kurdan û berdewamkirina polîtîkayên şer in. Em dibin şahid ku israra şer û nêzikbûna faşîst a nîjadperest rastiya rêzgirtina mirî ji holê rakiriye. Divê terka vê polîtîkayê bê kirin. Ji bo ku sekinandina mirina ciwanên pêşeroja me û pêkanîna aştiya civakî divê ji cenazeyên miriyan rêz bê girtin, rê bê dayîn ku malbat şînên xwe deynin û vecîbeyên olî bi cih bînin."