Mala pêşmergeyê berê Oxiz Beg hate bomberdûmankirin

Dewleta Tirk a dagirker û tevî PDK’ê êrişên xwe yên li Başûrê Kurdistanê didomîne. Artêşa Tirk a dagirker li herêma Bradostê xaniyê pêşmergeyê berê yê Oxiz Beg bomberdûman kir.

Li gorî nûçeya Rojnewsê li herêma Bradostê xaniyê pêşmergeyê berê yê Oxiz Beg hatiye bombekirin.

Oxiz Beg kesayeket diyar ê herêma Biradostê ye û li Biradostê fermandarê berê yê pêşmergeyên Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) bû.

Oxiz Beg li gundê Heyet ê deşta Berazgir yê herêma Biradost xaniyek mezin ava kiriye û hîn serê wî girtîbû, lê ji aliyê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û dewleta Tirk ve hate topbarankirin.

Têkildarî sedema topbaranê Oxiz Beg got: “Ji ber ku ez radestî Tirkiye û PDK’ê nebûm wiha kirin. Tirkiye û PDK li herêmê serwer e. Di nava YNK’ê de me û dostê PKK’ê bûm. Ez ê îxanetê nekim û radestî wan nebim. Lewma li xaniyê min dan. Hemû xelkê Balekayetî û Biradost vê rastiyê dizane.”

Oxiz Beg têkildarî ka peywendî li gel berpirsên PDK’ê re kiriye yan ne jî got: “Biraziyê Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî, Behzad Luqman li vî sînorî ye. Ez qet li gel wan naxivim. Ez Kurd im û min xiyanet nekiriye. Lewma wiha êriş dikin. Eger milyonan dolar bidin min jî ez ê xiyanetê nekim.”