Li benda lêgerînê polîsan li hevserokê HDP'î xist

Li benda lêgerînê polîsan li Hevserokê HDP'ê yê Basanê Ahmet Aktûg xist û heqaret lê kirin.

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Navçeya Basan a Şirnexê Ahmet Aktûg û rêvebirên navçeyê îro serdana gundên navçeyê kirin. Di vegerê de li benda lêgerînê ya li Girê Kurtikê ya li têketina navçeyê polîsan li nasnameyên HDP'iyan mêze kir. Di dema kontrolkirinê de polîsan bi ser Hevserok Aktûg de qîriyan û jê re gotin, "Li derdora xwe mêze neke." Altûg jî bertek nîşanî polîsan de. Piştî vê 3 polîs ji wesayîtê peya bûn û bi ser Altûg de meşiyan. Polîsan li Altûg xist û heqaret lê kirin.

Gava ên li cem Aktûg ji polîsan re gotine "Ew hevserokê navçeyê ye" polîsan hîn bêtir li Altûg xist.

Aktûg diyar kir ku dê giliyê polîsan bike û got ku polîsan jê re gotiye "Tu diçî li ku gilî dikî bike."

Her wiha gava endamên partiyê xwestine dîmen bigirin, polîsan mudaxileyî wan jî kir û dest danîne ser telefonên wan û dîmen û wêneyên hatine girtin jî jê birine.