Dûvika JÎTEM'ê, Tîma Xençer li ser kar e

Tîma Xençer a bi serkêşiya çeteyê AKP'ê Zubeyîr Babat li dijî Kurdan tê bikaranîn, li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrişan de tê bikaranîn.

Serokkomarê Tirk ê AKP'î Tayyîp Erdogan ji Tahsû Çîller jî bihurî, ku Çîller di salên 1990'î de ji bo qirkirina Kurdan hatibû wezîfedarkirin. Di salên 1990'î de bi hezaran kes di bin navê 'kuştinên kiryar nediyar ve' ji aliyê JÎTEM'ê ve hatin qetilkirin. Niha jî 'Tîma Xençer' vê hovîtiya JÎTEM'ê dike ku ev rêxistinî ji çeteyên dewletê pêk tê û yekser bi Wezîrê Şer Hûlûsî Akar ve girêdayî ye.

Serçeteyê ji Qilabanê Mehmet Paksoy ku bi navê Miho Rapinî yan jî Miho Apocî dihate naskirin û serkêşî ji Tîma Xençer re dikir, 31'ê Tebaxa 2017'an hate cezakirin. Piştî cezakirina serçete, Tîma Xençer jî ji rojevê ket. Lê belê piştî destpêkirina êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê careke din kete rojevê ku di van êrişan de tê bikaranîn.

Birayê serçeteyê ji Sêgirkê Hazim Babat, Zubeyîr Babat ê ku navê wî di gelek bûyerên tarî de derbas dibe, li ser çeteya Tîma Xençer hate bicihkirin. Zubeyîr Babat beriya niha serçeteyê cerdevanên Sêgirkê bû. Piştî ku kurê Hazim Babat Mesût Babat li şûna serçete Zubeyîr Babat hate bicihkirin, Zubeyîr Babat vê carê li ser çeteya Tîma Xençer hate bicihkirin û tîma xwe ava kir.

Ev çeteyên ku ji aliyê dewleta Tirk ve bi taybetî hatine perwerdekirin, li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrişên dewleta Tirk a faşîst û PDK'ê de têne bikaranîn. Ev çeteyên ku kincê gerîla li wan tê kirin, êşkenceyê li gelê Kurdistanê dikin û ber bi tunelên şer ve têne dehfdan.

Koma çete yekser bi Wezîrê Şer Hûlûsî Akar ê faşîst ve girêdayî ye. Tevî çete Mehmet Sabrî Benek, Haci Benek, Îhsan Kenanoglû, Edîp Babat, Suleyman Bîlen, Lokman Benek 22 çete di nava vê komê de hene.