Li Erûhê 5 kes hatin destgîrkirin
Di encama serdegirtina malan a li Erûhê de 5 kes hatin destgîrkirin.
Di encama serdegirtina malan a li Erûhê de 5 kes hatin destgîrkirin.
Polîsan îro serê sibehê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê de li Erûhê bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtina malan de welatiyên bi navên Nezîr oktay, Mahmût Oktay, Nûrettîn Beştaş, Mîraç Aydogan û Muhammed Kayaci bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin destgîrkirin.
Kesên hatine destgîrkirin birin Midûriyeta Polîsan a Erûhê.