Li Colemêrg û Wanê xweza tê talankirin

Serokê ÇEV-DER'ê Alî Kalçik got, li Wan û Colemêrgê bi destê şîrketên madenê xweza tê talankirin.

Serokê Komeleya Lêkolîn, Pêşvebirin û Parastina Berhemên Dîrokî (Van ÇEV-DER) Alî Kalçik li ser talana xwezayê ya li Colemêrg û Wanê ji ANF'ê re axivî.

Alî Kalçik bal kişand ser gefên şîrketên navneteweyî yên li ser xwezaya Colemêrgê û şîrketên navneteweyî yên 60 welatî, ku Emerîka, Kanada, Îngilistan, Fransa û Elmanya jî di nav de ne, li Colemêrgê madenê derdixînin.

Kalçik ragihand ku ji van şîrketan re cihên cuda yên madenê hatine pêşkêşkirin û anî ziman ku xaka gundiyan hatiye desteserkirin û radestî van şîrketên biyanî hatiye kirin. Kalçik got, "Destûr ji gundiyan re nayê dayin ku biçin herêmên xwe û cihên madenê. Kiryareke bi vî rengî ya hovane heye. Bi madena tê derxistin re bedewiya xwezayî, qadên jiyanê yên xwezayê têne talankirin, wêrankirin. Her wiha bermahiya van madenan dirijînin Çemê Zê û avê bi jehr dikin. Her sal ji bo madenan îhaleyên nû dikin û pêşkêşî van fîrmayan dikin. Ji bo yên dixwazin madenê derxînin cihên nû didin û hovîtiyeke nû li van herêman dikin. Gef ne tenê li jiyana mirovan tê xwarin, li tevahiya jiyanê tê xwarin. Li çiyayên Cîlo, Sumbul û Meskanê hovîtiyek heye. Ev çiya hatine qulkirin û tunel û labîrentên ku TIR jî dikarin tê re derbas bibin hatine çêkirin. Geliyê Zapê û Ava Zê ji aliyê van madenan ve têne gemarî kirin. Weke ÇEV-DER me piştgirî dan rêxistinên civakî yên sivîl ên li Colemêrgê. Di vê mijarê de em ê dozê nekin. Di heman demê de em bang li komeleyên hawirdorê yên li herêmê û Tirkiyeyê dikin; em dxiwazin li ber vê hovîtiyê rabin."

HES'Ê TÊRÊ NEKIR, NIHA JÎ KANA MERMERÊ ÇÊKIRIN

Kalçik anî ziman ku cihekî din ê hovîtî lê tê kirin Geliyê Zîlan e û diyar kir, ku li vî gelî ji bilî gelek Santralên Hîndroelektrîk (HES) niha kana mermerê tê vekirin û xweza tê talankirin.

Kalçik diyar kir ku li gundê Doganciyê kana mermerê hatiye vekirin û got, "Me li Geliyê Zîlanê lêkolîn kir. Her wiha em HES ên li vê herêmê hatine çêkirin dişopînin. Di vê vê mijarê de doz hate vekirin, em jî dişopînin. Di encama lêkolînên me de yên li vê herêmê me dît ku kana mermerê xwezayê qetil dike. Çemê Zîlanê gemarî dike ku cihê hêkkirina masiyên 'Încî Kefalî' ye. Ev kana mermerê bi taybetî gefê li zindiyên endemîk dixwe. Endezyarên zîreetê û hiqûqnas jî tevlî lêkolînên me yên li wê derê bûn. Ji bo jiyan li vê herêmê dewam bike, divê beriya her tiştî ev kana mermerê bê girtin."